Aktîvîst Sîbel Akdenîz hat berdan

  • 12:41 8 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Aktîvîst Sîbel Akdenîz a ji Doza Kobanê negirtî tê darizandin û ji dozek din ku girtîbû duh bi şev ji Girtîgeha Sîncanê hat berdan. 
 
Aktîvîst Sîbel Akdenîz ji Doza Kobanê negirtî tê darizandin û di encama cezayê 8 sal û mehek ku Dadgeha Amedê lê birîbû û Dadgeha Bilind erê kiribû, hatibû girtin. Sîbel Akdenîz a li Girtîgeha Sîncana Enqereyê girtîbû bi biryara Dadgeriya Înfazê ya Kayseriyê ya 2’yemîn duh bi şev hat berdan. Sîbel di navbera cotmeha 2009’an û gulana 2012’an de girtîbû û ji ber ku Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn cezayê ku Sîbel Akdenîz raza ye hesiband, di encama vê yekê de hat berdan.