ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 8 Nîsan 2022
  • Rojev
* Rewşa girtiyên nexweş roj bi bi roj ber bi xetereyê ve diçe û dayikên girtiyan jî banga hestiyariyê ji raya giştî dikin û dibêjin: "Li girtîgehan zilmê li girtiyan dikin û divê gel vî tîştî qebûl neke û rabe ser piyan." BI DÎMEN
 
*Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê Sûzan Uzpak, diyar kir ku tecîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe li civakê belav dibe û got ku divê li dijî tecrîdê kurd bibin yek û dawî li tecrîdê bînin. DÎMEN HEYE 
 
*Her pergala aboriyê xwe dispêre felsefe an jî paradigmayekê. Aboriya Komunal a Demokratîk jî xwe dispêre ‘paradîgmaya civaka azadîxwaz a jin, ekolojîk û demokratîk’ û xwe wisa temam dike. Pergala aboriya komunal a demokratîk, xwe bi nirxên vê paradîgmayê  vedinasîne, rêxistin dike, pratîk dike. Civakîbûn, têgeha ked-nirxê, teşeyê venasîna têkiliya mirov-xwezayê di esasa vê paradîgmayê de pêş dikeve. NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Çîçek Cengîz li ser lêkirina diwarê di navbera Şengal û Rojava de axivî û got: “Bi lêkirina dîwar dixwazin kurdan ji hevdû qut bikin. Em bang li raya giştî û hêzên navneteweyî dikin ku pêşî li ber wan plansazî û êrişan bigirin." BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen da zanîn ku sedema mirinên zarokên li bajarên kurdan polîtîkayên şer in û got mevzuatên der barê zarokan de pêşî li mirinan nagire. DÎMEN HEYE 
 
*Keça Mehmet Sevinç, girtiyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, Bêrivan Sevinç da zanîn rêveberiya girtîgehê gelekî dereng agahî daye wan û wiha got:"Bavê min hat kuştin. Bila her kes ji bo vê rewşê dengê xwe derxe." DÎMEN HEYE