Di 'Nobeda Edaletê' de banga piştevaniyê

  • 14:24 7 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Xizmên girtiyên nexweş ku di roja 40'emîn a "Nobeda Edaletê" de li EGE TUHAYDER'ê çalakiya xwe berdewam kirin, bal kişandin ser mirina bi gûman a Mehmet Sevînç û bang li Wezareta Edaletê kirin ku edaletê bi cih bîne.
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" a Malbatên Girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin di roja 40'emîn de de li Komeleya Xizmên  Girtî û Hukumxwaran (EGE TUHYDER) berdewam kir.
 
'Em destên hev bigirin û deriyên girtîgehan vekin'
 
Dayika girtiyê nexweş Mehmet Nazir Gumuş ku li girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Bndirmaya Balikesîrê dimîne Hanîfe Gumuş, bal kişand ser mirina bi gûman a Mehmet Sevînç.  Hanîfe anî ziman ku girtî di bin tundî û şkencê de tên girtin û banga piştevniyê kir, Hanîfe di berdewamiyê  de wiha got, "Dewleta tirk ne hiqûq û ne jî edaletê nas nake. Ji girtîgehan cenaze tên derxistin. Îro serê sibehê girtiyekî rakirin nexweşxaneyê  û jiyana xwe ji dest da. Gotin ji ber xwîn ketiye ser mêjiyê wî jiyana xwe ji dest daye. Werin em herin ber wezaretê û çi ji destê me bê em bikin. Ez bang li xizmên girtiya dikim bila piştgiriyê bidin me. Em aştiyê dixwazin ne şer."
 
Hanîfe herî dawî ji bo siyassetmedar Aysel Tugluk jî edalet xwest û bang li Wezareta Edaletê kir ku edaletê pêk bîne.