Li Wanê hejmara kesên hatin binçavkirin zêde bû

  • 10:29 7 Nîsan 2022
  • Rojane
WAN - Di serdegirtinên malan ên li Wanê de ku duh û îro hatin kirin de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 24 kesî. 
 
Li Wanê duh serê sibehê polîsan avêtibû ser gelek malan û endama Meclisa Dayikên Aştiyê Turkan Işik, Giyasettîn Çevîrel, Metîn Duman, Gulcan Adar, Dilber Işik, Îsmaîl Kaval, Hekîm Cindioglu, Muhsin Duman, Abdurrahman Dik, Gurgin Kara, Nafia Oztunç, Hazal Oztunç û Salih Kirat bi îdiya di Komeleya Gelê Azad a Taxa Yenî de xebitîne binçav kirin.
 
Vê sibehê jî polîsan avêt ser gelek malan û 11 kes kirin binçavan. Hat diyarkirin ku piraniya kesên hatine binçavkirin temenê wan di ser 65 salî re ne. Di nav ên hatine binçavkirin de Hatîce Duman a 60 salî, Fatma Yorgun û Xemê Işik jî hene. Hat zanîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Wanê. 
 
Herwiha hat ragihandin ku biryara veşarî danîne ser dosyeya lêpirsînê ya kesên hatine binçavkirin û dema binçavkirina wan jî heta 4 rojan hatiye dirêjkirin.