'Nobeta Edaletê' ya li Wanê: Bila zilma li girtîgehan bi dawî bibe

  • 15:49 6 Nîsan 2022
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Wanê 110 roj in didome. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun, di serdana nobetê de bangewaziya pêk anîna edaletê kir. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan a ku li Baroya Wanê hatî destpêkirin di roja 110’emîn de didome. Dayika Botan Tîmîr ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî ye Aslihan Tîmur û dayika Sînan Karel ê ku li Girtîgeha Wanê girtî ye Zeynep Dayan tevlî çalakiyê bûn. Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şadiye Kiziltoprak, Bahattîn Karaman û Zeynep Kaya, hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun û rêveberên HDP'ê serdana nobetê kirin. 
 
Handan Karakoyun, di serdanê de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîda li Îmraliyê niha li hemû girtigehan belavbûye. Ev bêadelatî û bêhiqûqî divê bi dawî bibe. Niha li Amed, Stenbol û Îzmîrê daxwaza edaletê tê kirin. Îqtîdar li hemberî daxwazên ku tên kirin bê helwest e. Divê her beşên civakê li hemberî tecrîdê bertek nîşan bide." 
 
Handan, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş di xeterê de ye û wiha axivî: "Li girtîgehan mafên girtiyan tê binpêkirin. Di serî de Aysel Tugluk û bi hezaran girtiyên nexweş hene. Girtîgehên nexweş nayên tedawî kirin. Divê zilma li girtîgehan pêk tê bi dawî bibe. Di serî de Aysel Tugluk divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan."