Hempîşeyên Aysel Tugluk çûn serdana wê

  • 15:32 6 Nîsan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hempîşeyên Aysel Tugluk çûn Girtîgeha Tipa F ya Yekemîn a Kandirayê û serdana wê kirin. Hempîşeyên Ayselê daxwaza azadiya wê kirin. 
 
Jinên hiqûqnas çûn Girtîgeha Kandirayê û serdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a ku nexweşiya demansê lê peyda bûye kirin. Parêzeran piştî serdana Ayselê li ber girtîgehê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek parêzer tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila Aysel Tugluk bê berdan” vekirin û dovîzên “Bila zindan bên hilweşandin, girtî bên berdan”, “Bijî piştevaniya jinan” û “ATK girtiyan dişîne mirinê” hildan. 
 
Parêzer Leyla Han Tuzel beriya daxuyaniyê derbarê tenduristiya Ayselê de agahî dan û destnîşan kir ku nexweşiya Ayselê li gorî berê hin zêdetir û giran bûye û ji ber ku piştevanî bi wê re tê kirin xwedî moralekî zêde bûye. 
 
Piştî axaftina Leyla Han, parêzer Eylem Arzu Kayaoglu metna daxuyaniyê xwend. Eylem Arzu bi bîr xist ku Ayselê ji sala 2016’an vir ve girtî ye û qala xebat û têkoşîna Ayselê kir. Eylem Arzu  her wiha rapora berdanê ya nexweşxaneyê daye Ayselê bi bîr xist û got ATK raporên berdana Ayselê  li ber çavan nagire û rewşa Ayselê  piştguh dike. Eylem Arzu li ser helwesta ATK’ê ya li hember Ayselê û hemû girtiyên nexweş nîşan dide rawestiye û got: “Tenê armancek ATK’ê heye ku girtiyên nexweş dişîne mirinê. Helwesta li hember Aysel Tugluk nayê qebûlkirin û ne li gorî wîjdan û rûmeta mirovahiyê ye. Wezareta Dadê û meqamên edlî û îdarî ji tenduristiya Aysel Tugluk a giran dibe, berpirsiyar in. Tiştên li hember girtiyan tên kirin em qebûl nakin.” 
 
Eylem Arzu bang li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TTB) û Baroya Stenbolê kir ku ji bo Ayselê û hemû girtiyên nexweş bikevin tevgerê û dest bi parastina mafê jiyana girtiyên nexweş bikin. Eylem Arzu her wiha got ew ji hemû aliyan li benda piştevaniyê ne.