Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin

  • 13:37 6 Nîsan 2022
  • Rojane
WAN - Li navçeya navendî ya Rêya Armûşê ya Wanê di serdegirtina malan de 13 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya navendî ya Rêya Armûşê ya Wanê serê sibê polîsan avêt ser gelek malan. Di serdegirtina malan de endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Turkan Işik, Giyasettîn Çevîrel, Metîn Duman, Gulcan Adar, Dilber Işik, Îsmaîl Kaval, Hekîm Cindioglu, Muhsin Duman, Abdurrahman Dik, Gurgin Kara, Nafia Oztunç, Hazal Oztunç û Salih Kirat hatin binçavkirin. Hêceta binçavirinê nehat zanîn û welatiyan birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.