Nobeda Edaletê di roja 394'an de didome

  • 13:05 6 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar diyar kirin ku nobeda wan di bin zilmê de didome û bang kirin ku herkes beşdarî “#Adaletsofrası bibin. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 394’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncika malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de ev pankart hat hilgirtin: “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin lê yek kes jî nehatiye girtin! Bi fermana serdestan re kurekî min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim ku kurê min di zûtirin demê de were berdan. Ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî edalet."
 
'Bi destê darazê li ber deriyê edliyeyê zilm tê kirin' 
 
Di heman demê de dowîza “Têkoşîna me ya heq, hiqûq û edaletê ya li dijî hiqûqa serdestan, di roja 394’an de bedewam dike” hatibû daliqandin. Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar anî ziman ku Nobeda Edaletê di bin “zilmê” de derbas dibe û wiha got: “Em di meha Remezanê de ne. Meha Remezanê, meha hevhelalkirinê ye. Ev 394 roj in dayikek li ber deriyê edliyeyê li benda edaletê ye. Kurekê wê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, hevjîn û du kurên wê jî hatine qetilkirin. Lê yek kes jî nehatiye girtin. Bi destê darazê li ber deriyê edliyeyê zilm tê kirin. Rayedarên welêt, bi munasebeta meha Remezanê peyaman parve dikin. Dibin hevkarê vê zilmê û bi malbatên wan re fitarê dikin. Ez bang li hemû rayedaran dikim ku bi wijdan tev bigerin û biedalet bin. Hemû dinya vê derhiqûqiyê dişopîne. Kesekê ku nifira dayikekê lê hatiye kirin tu carî îfleh nabe. Hûn jê dê îfleh nebin. Ne îslamiyet û ne jî mirovahî vê qebûl nake.” 
 
'Em ê jî dê îro li pêşiya edliyeyê fitara xwe bikin'
 
Ferît, diyar kir ku di roja 5’an a Remezanê de ne û wiha domand: “Em ê dîsa fitara xwe li pêşiya edliyeyê bikin. Em hemû kesî vedixwînin fitarê. Remezan, meha parvekirinê ye. Em ê jî dê îro li pêşiya edliyeyê fitara xwe bikin û nanê xwe bi hemû kesî re parve bikin."
 
'Bila kurê min berdin ku ez jî biçim mala xwe'
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku hemû kes di meha Remezanê de li mala xwe fitara xwe dike û ev tişt anî ziman: “Mala min xera kirin. Nikarim li malê rûnim. Ez neçar im bêm vê derê. Hemû kes di nava zarokên xwe de ye. Çima ewqas dikevin gunehê me? Dê li dinyaya din çawa hesabê vê bidin? Bila kurê min berdin ku ez jî biçim mala xwe. Edalet nîne. Ez bi rojî me û nexweş im. Heke bimrim jî bila mirina min li ber deriyê edliyeyê be. Êdî taqeta di min de nemaye ku van tiştan rakim. Êdî bes e.” 
 
Her wiha malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Nobeda me di roja 394’an de ye. Bi malbatên ku bi destê darazê zilmê dikin re fitarê dikin. Di roja 5’an a Remezanê de em fitara xwe li ber deriyê edliyeyê vedikin. Em hemû kesên ku derfeta wan heye vedixwînin #Adaletsofrası yê.”