Yekitiya Jinên Êzidî: Bi lêkirina dîwarê nikarin me ji hev dûr bikin

  • 12:16 6 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Êzidî têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de daxuyaniyek da û got: "Lêkirina dîwar hewldanek ji bo bindestkirina êzidiyan e, lê em ê terka mafên xwe yên jiyana azad nakin."
 
Artêşa Iraqê di navbera Şengal û Rojava de dîwarekî lê dike, her wiha kamera û têlan lê danîne. Li ser vê yekê êzidî û welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûnên xwe nîşan dan. Yekitiya Jinên Êzidî têkildarî mijarê daxuyaniyek da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Em kiryarên hewldana têkbirina vîn û erdîgariya gelekî bi destên dijminê neteweyan û sûcdarên şaristaniya mirovahiyê, şermezar dikin. Ev alî hewl didin nîjadperestiyê biafirînin û gel dûrî rastiya şêniyên bi hezaran sal li ser bingeha hezkirin û biratiya li ser erdîngariyekê jiyane, bixe. Mînaka vê yekê jî lêkirina dîwarê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên rojavayê Iraqê de ye.
 
Herêmên Şengalê 2014'an ji ber hêzên tarî û DAIŞ`ê û piştevanên wan zehmetî kişandin, ji ber wan niştecihên wê koçber bûn, mêr hatin kuştin û jinên şengalî jî hatin firotin. Hêzên ku qaşo parastina gelê xwe dikin, rasterast li pêşberî çavên cîhanê destek da DAIŞ'ê û îro planên wan bi lêkirina dîwar pêk tên.
 
Di dawiyê de em dibêjin sûcan li dijî mirovahiyê pêk tînin û rojane hemû herêman topbaran dikin, gelê wê digirin û qetil dikin, da ku em serî ji siyasetên wan ên nîjadperest û şovînîst re bitewînin. Lê bila ew dijmin, çi li hundir an derve, bizane ku em ê şopdarên şehîdên xwe bin û tu carî ji mafên xwe yên jiyana azad tawîzan nedin."