Nameya ku girtiya nexweş ji ajansa me re şand hat sansurkirin

  • 11:43 6 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel, xwest ji ajansa me re nameyek bişîne. Nameya wê ya ku ji 3 rûpelan pêk tê, 2 rûpel ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin û rûpelek jî hat sansûrkirin.
 
Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê girtî ye, derbarê têkoşîna jiyana xwe de xwest nameyekê ji ajansa me re bişîne, 2 rûpelên nameyê ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatin desteserkirin, rûpela din jî hat sansûrkirin. 
 
Rûpela ku gihaşt destê me wiha ye: 
 
“Ez Muhlîse Karaguzel, 59 salî me û 4 zarokên min hene. Di sala 2019'an de dema hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûm, hatim girtin. Tevlîbûna min a partiya fermî wek ‘endama rêxistinê' hat nirxandin û darizandineke adilane pêk nehat. 8 sal û mehek ceza li min birîn. Ev bê hiqûqiya ku hatî kirin têr nekir di heman dosyayê de du dosyayên din jî vekirin û salek din ceza li min birîn. Nêzî 3 sal in jî di nav şert û mercên nebaş ên girtîgehê de dijîm. Nexweşiya şekir, tansiyon, astim û dil bi min re heye. Ji ber şertên giran min qeyrana dil derbas kir û du caran anju bûm. Ji ber ku nexweşiya min a dil giran e ez ê carek din anju bibim. Ligel nexweşiya dil, ji ber bilindbûna şekir û tansiyonê li çavê min xist û ez ji çav jî 4 caran anju bûm. Divê ez carek din ji çavê xwe anju bibim, ji ber ku rewşa çavê min xirab e. Ev qas... 
 
Zextên li ser kurdî
 
... Zindan bi zîhniyeta darbeya salên 80'yî tê rêvebirin û pêkanînên herî xeter li dijî mirovan tên kirin. Ez nexweşa şekir im û dema ku ji min re xwarinên wekî birînc û kartol tên, ez rewşa xwe bi daxwaznameyan vedibêjim.  Di bersiva daxwaznameyên min de dibêjin, 'tiştekî wiha tune ye.' Piştî wê demekê li gorî lîsteya min xwarinê dişînin. Piştî bi demeke kurt dîsa wekî xwe dikin.  Bandora qeyrana aborî herî zêde li girtîgehan xwe dide der. Li girtîgehê kêm markayên cuda ên xurekê hene û gelek biha ne.  Em li gorî rewşa aborî ya malbata xwe nikarin tevbigerin. Zextên li ser kurdî zêde ne û ji ber ku çareserî nayê kirin jî her ku diçe ev zext  zêde dibin. Bi hinceta ku tercûmanên bi kurdî zanin tune ne em ne dikarin nameyan binivîsin û ne jî kes dikare ji me re nameyan bişîne.  Pirtûkên kurdî ên ku ne qedexe ne jî tenê ji ber ku bi kurdî ne nadin me.  Em derbarê van pêkanînan de li saziyên têkildar gilî dikin lê tu bersîv nayê dayîn.
 
Em bi hêvî û baweriya  ku 8'ê Adarê bi hev re pîroz bikin dijîn
 
... Li pêş me 8'ê Adarê heye. Ne tenê rojek bila hemû roj bibin ên jinan. Daxwaza min ew e ku cîhaneke bi jinan hatibe xweşkirin bê avakirin. Lê dema ku em li îro dinêrin her roj jin tên qetilkirin. Tu jin vê heq nakin. Lê mixabin dîsa jî jin tên qetilkirin û zarok bê dayik dimînin. Her dayik bi zaroka xwe re û her zarok jî bi dayika xwe re dixwazin rojên xweş bijîn.  Li girtîgehan gelek jinên girtî hene. Ez vê ji bo hemû jinan dibêjim.  Nêrîna wan çi dibe bila bibe. Divê tu jin di li girtîgehan neyên girtin. Em hemû bi hêvî û baweriya ku em rojên taybet li gel malbata xwe, gelê xwe û dostên xwe bin dijîn. Çavên zarokên me jî li  me ne. Di her rojên taybet ên wekî roja dayikan de hewl didin ku van rojan li me pîroz bikin. Em jî ji pişt dîwarên beton, roja we jinên dilê wan xweşik û ruhê wan azad pîroz dikin... 
 
Ji Muhlîse Karaguzel ji bo we hemûyan destequrnefîl..."