Di rojnamegeriyê de rastiya ku neguherî: Zexta dewletê

  • 09:11 6 Nîsan 2022
  • Rojane
Oznur Deger
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin de  zextên li hember rojnamegeran didome. Ji salên 1900’î heta niha gelek rojnameger hatin qetilkirin. Îro jî li hember rojnamegeran zext û şîdeta dewletê didome.
 
Her aliyên civakê ku ji şidet û zexta li welat para xwe digire, rojnameger jî yên herî zêde ji vê atmosferê bi bandor dibe ne. Gelek rojnameger di dema şopandina nûçeyan de lêdanê dixwin, tên binçavkirin, alavên wan tên şikandin. Her wiha li welat gelek rojnameger tenê ji bo pênûs û baweriya xwe hatin qetilkirin.
 
Li gorî ‘Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê’ ya ku her sal Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) aşkera dike di 2010’an de Tirkiye di alî azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatî de di rêza 153’emîn de cih digire.
 
Bîlnaçoya 2021’ê
 
Li gorî daneyên 2020’î yên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) du rojnameger hatine qetilkirin, êriş li 55 rojnamegeran hatine kirin, 61 rojnameger hatine binçavkirin, 6 heb hatine girtin û  103 bûyerên astengkirina çêkirina nûçeyan qewimîne. Ligel vê der barê 54 rojnamegerî de lêpirsîn hat destpêkirin, li 51 rojnamegerî doz hat vekirin. Der barê 47 rojnamegerî de bi giştî 133 sal, 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê û 72 hezar û 206 TL cezayê pere hat birîn. 62 rojnameger jî girtî ne û doza der barê 336 rojnamegeran de jî didome.
 
Qetilkirina Hasan Fehmî
 
Rojnameger Hasan Fehmî ji ber nivîsên xwe yên Rojnameya Serbestî di 6’ê Nîsana 1906’an de hat qetilkirin û yekem şehîdê çapemeniyê yê li Tirkiyeyê bû. Ji ber vê 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Qetilkirin hat qebûlkirin.
 
Me bi wesîleya vê rojê rojnamegerên li Tirkiyeyê hatine qetilkirin berhev kirin.
 
Rojnamegerên kurd hedef hatin girtin
 
Rojnamegerên kurd ku tu car ji rastiyan tawîz nedan, bi zext û zordariyan re hatin rû hev û di salên 1990'î de bi dehan rojnamegerên kurd hatin qetilkirin.
 
Pênûsa Mûsa Anter li erdê nema
 
Pêşengê rojnamegeriya kurd Mûsa Anter di 20’ê îlona 1992’yan de li Seyrantepe ya Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hat qetilkirin. Piştî Mûsa Anter artêşa çapemeniya azad afirî û pênûsa wî li erdê nema.
 
Yekem gerînendeya giştî ya jin
 
Yekemîn gerînendeya giştî ya jin a li Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz e. Gurbetellî ku pêşenga rojnamegeriya jinên kurd tê qebûlkirin li pey xwe bi dehan rojnamegerên jin ên kurd hişt û di 8’ê cotmeha 1997’an de li Herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve hat qetilkirin.
 
Êrîşa DAIŞ’ê bi cîhanê da bihîstin
 
Rojnameger Denîz Firat (Methiye Yildiztan) rojnamegereke ku êrîşên DAIŞ’ê bi cîhanê da bihîstin bû. Denîzê di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Mexmûrê de dema nûçe dişopand hat qetilkirin.
 
Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tugba Akyilmaz) jî di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Şengalê de rojnamegerî dikir û di 3’yê Adara 2017’an de di êrîşa PDK’ê ya li hember Xanesor a Şengalê de birîndar bû û di 22’yê Adara 2017’an de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
 
Ji aliyê Hîzbullahê ve hat qetilkirin
 
Huseyîn Denîz ku nivîskarê Ozgur Gundemê bû li Serêkaniya Rihayê nûçegîhanî dikir di 9’ê Tebaxa 1992’yan de li Serêkaniyê di êrîşê de hat qetilkirin. Derket holê ku Hîzbullahê Huseyîn qetil kiriye.
 
Dema diçû buroyê hat qetilkirin
 
Nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Amedê Hafiz Akdemîr di 8’ê Hezîrana 1992’yan de dema diçû buroyê di êrîşa çekdarî de hat qetilkirin.
 
Dema diçû mala xwe hat qetilkirin
 
Nûnerê rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê û endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’a Rihayê Kemal Kiliç di 18’ê Sibata 1993’yan de dema diçû mala xwe hat qetilkirin.
 
Birin emniyetê
 
Nûçegîhanê Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de ji mala xwe derket û ji aliyê sê kesî ve hat revandin. Tevî ku ew birin qereqolê û binçav kirin, ev tu car nehat qebûlkirin. Cenazeyê wî di 8’ê Tebaxê de li gel Gola Hazarê ya Xarpêtê hat dîtin.
Rojnamegerê herî ciwan ê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu ku 17 salî bû di 12’ê Adara 1994’an de ji bo nûçeyê çû Sêwêreg a Rihayê û carek din venegeriya. 28 sal in agahî jê nehatiye girtin.
 
Li kolanê hat qetilkirin
 
Xebatkarên rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu, li taxa Ova ya Şakirpaşa a Seyhan a Edeneyê di 14’ê cotmeheta 2014’an de dema rojname belav dikir hat qetilkirin. 
 
Di jêrzemînên Cizîrê de rojnamegerek
 
Midûrê Karê Nivisan ê Rojnameya Azadiya Welat Rojhat Aktaş di 24’e Sibata 2016’an de di  jêrzemînên dewletê de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û qetilkirin.
 
Rojnamegerê kurd Vedat Erdemcî di 11’ê cotmeha 2019’an de di êrîşa hewayî ya TSK’ê ya li hember Serêkaniyê de hat qetilkirin.
Ji rojnamegerên ku hatine qetilkirin me tenê hinek dikaribûn rêz bikin. Tevî evqas sal derbas bûne zext didomin. Ligel rojnamegerên kurd, yên muxalîf jî di encama zext û êrîşan de hatin qetilkirin.
 
Di 24’ê Nîsana 2015’an de ji 220 Ermeniyê ku hatin qetilkirin 32 heb rojnameger û nivîskar bûn. Krikor Zohrab, Siamanto, Sarkis Minasyan, Armen Doryan, Rupen Zartaryan ji van çend hebin. Gerînendeyê Giştî ye Rojnameya Agos Hrant Dîk di 19’ê Çileyê 2007’an de li Stenbolê hat qetilkirin.
 
Metîn Goktepe di 8’ê Çileyê 1996’an de li Stenbolê çû şopandina nûçeya cenazeyên girtiyên li girtîgeha Umraniyeyê hatibûn qetilkirin û hat binçavkirin û qetilkirin. 
 
Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Ugur Mumcu di 24’ê Çileyê 1993’yan de li Çankaya ya Enqereyê dema ji mala xwe ya li kolana Karli derdiket li wesayîta xwe siwar bû û bombeya di wesayîta wî de teqiya û jiyana xwe ji dest da. Rojnamegerê Suudî û nivîskar Cemal Kaşikçi  di 2’yê cotmeha 2018’an de li Stenbolê hat qetilkirin.