ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 6 Nîsan 2022
  • Rojev
*Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad têkildarî êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandinên xwe parve kir û got: "Dewleta tirk salek e bi piştgiriya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê xwe bi cih kiriye û bi xeyalên mîsaqî mîlî re êrişa xwe gur dike. Her deverê Kurdistanê kirin qereqol û cihên bombebaran û kîmyebaranê. Lê nikarin rêxistina gerîla hilweşînin." DÎMEN HEYE
 
*Girtiya nexweş Tenzîle Acar diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan asta tecrîdê bezandiye û rêveberiya girtîgehê tehdîda wê wan bikin hucreyê dike. Tenzîleyê her wiha ji bo "Nobetên Edeletê" yên xizmên girtiyan dane destpêkirin jî banga hestiyariyê kir.
 
* Ekolojîk Derya Akyol ji bo ji bo kampanyaya "Bi şitlekê xwedî li jiyanê derkeve" wê seranserê Nîsanê bidome ya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, bang kir û got: “Em her derê daran biçînin. Em bi şitlekê xwedî li jiyanê derkevin.” BI DÎMEN 
 
*Endama TEV-DEM'ê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger têkildarî pergala Netewa Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û ev tişt anî ziman: "Sîstema Rêveberiya Xweser xwe li ser  Netewa Demokratîk ava kiriye. Projeya  Rêveberiya Xweser hemû gelên azadîxwaz hembêz dike. Netewa Demokratîk wekî felsefeya jiyanî derketiye pêş." BI DÎMEN 
 
*Di 6’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin de  zextên li hember rojnamegeran didome. Ji salên 1900’î heta niha gelek rojnameger hatin qetilkirin. Îro jî li hember rojnamegeran zext û şîdeta dewletê didome.