Li Îzmîrê 'Nobeta Edaletê' di roja 38'an de didome

  • 16:18 5 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê di roja 38’an de li avahiya ÎHD'ê pêk hat û hat diyar kirin ku dê piştevaniya bi malbatan re bidome. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku ji aliyê malbatên girtiyan ve hatî destpêkirin didome. Çalakiya li Îzmîrê hatî destpêkirin 39 roj in didome. Malbat çalakiya xwe ya îro li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê pêk anîn. Rêveberên navçeya Buca ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana nobetê kirin. 
 
Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Cemîle Karakaya diyar kir ku weke komele bi salan e ji bo girtiyên nexweş bên berdan têdikoşin û got: “Bi vê armancê 38 roj in dayik çalakiya edaletê li dar dixin. Niha jî bi serdana saziyan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Em hewl didin bi hev re piştgirî û dengê xwe bilind bikin."
 
Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Bucayê Cahît Gunay jî anî ziman ku zilma ku di dîroka mirovatiyê de nehatiye nebûye li Gelê Kurd hatiye kirin û wiha axivî: “Çima daxwazên li girtîgehan nayên qebûlkirin? Tişta ku girtî dixwazin jiyaneke însanî ye. Hemû cîhan dizane ku rewşa tenduristiya Aysel Tûglûk ber bi nebaşiyê ve diçe. Ev çi mirovatî ye? Ev çi wijdan e! Ti aliyê wijdanî tine ku mirovekê terkê mirinê bê kirin."