Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist

  • 14:28 5 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Li navçeya Peyas a Amedê maşîneya zirxî ya bi lez diçû, li wesayîteke ku di rê de diçû da. Di wesayîta ku lawê girtiyê nexweş Siddik Guler jî tê de bû de 3 kes birîndar bûn. 
 
Li semta Hûzûrevlerî ya navçeya Peyasa Amedê, maşîneyeke zirxî ku bi lez diçû, li wesayîteke ku di rê de diçû da. Di wesayîta ku lawê girtiyê nexweş Siddik Guler, Hadî Guler jî tê de bû de Sedat Cevîzlî û Welat Kahraman jî birîndar bûn. 
 
Wesayîta ku 3 kes tê de brîndar bûn, di encama lêdanê de teqle avêt û ji rê derket. Birîndar bi alîkariya kesên derdorê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. 
 
Hadî Guler û Welat Kahraman piştî kontrola nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derketin. Hat hînbûn ku Sedat Cevîzlî jî ji ber acizbûna singê xwe li nexweşxaneyê tê dermankirin.