Bi hinceta tevlibûna Newerozê hatin binçavkirin
- 12:23 5 Nîsan 2022
- Rojane
MUGLA - Li navçeya Bodrumê 30 kes bi hinceta ku tevli pîrozbahiya Newrozê bûne, hatin binçavkirin.
Li navçeya Bodrumê ya Muglayê vê sibehê polîsan avêt ser gelek malan û 30 kes kirin binçavan. Hat zanîn ku ev 30 welatî bi hineta ku tevli pîrozbahiya Newrozê ya di 20’ê adarê de li navçeyê hatibû lidarxistin bûne, hatine binçavkirin û ew birine Midûriyeta Polîsan a Bodrumê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tê gotin ku berzkirina dirûşmên di Newrozê de wek sûc hatiye dîtin û kirine hinceta binçavkirinê.