Ji bo 4'ê Nîsanê li Silêmaniyeyê 73 şitil hatin çandin

  • 11:12 5 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Qeredaxê ya Silêmaniyeyê 73 şitil hatin çandin.
 
Bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna 73'an a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşegniya RJAK û Tevgera Azadî li gundê Qazanqaye yê navçeya Qeredaxê çalakiyek hate lidarxistin.
 
Li gund ji bo her salek Abdullah Ocalan şitlek hate çandin. Di çalakiyê de li ser navê beşdaran endama RJAK’ê Sara Reza daxuyaniyek da û got, "Dem dema azadiya Serok Apo ye, ji dayîkbûna Rêber Apo ji dayikbûna ruhê berxwedanê ye. 73 sal di ser temenê Rêber Apo re derbas dibe. Gelê Kurd vê rojê wek nûbûna xwezayê pênase dike."
 
Di dewamê de Sara got, "Ev roj li cem jinan wateyek xwe ya cuda heye. Ji ber ku jinên kurd bi saya fikrên Ocalan bûne xwedî hêz. Salane çalakiyên vê rojê bi pêşengiya jinan tên kirin."
 
Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê jî der barê kampanya azadiyê de ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Em wek Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê piştgiriya hemû hewldanên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî dikin. Çewisandina neteweyî, li ti cihek dinyayê bi girtin, şer û têkbirinê bi dawî nabe. Em dibêjin çareseriya ji bo pirsa kurd a li Tirkiyeyê, guftugo ye."
 
Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê di dewamê de diyar kir ku mifteya çareseriyê, projeya aştiyê ya Abdullah Ocalan e û got; "Azadiya birêz Ocalan, di heman demê de daxwaza Gelê Kurd a Bakurê Kurdistanê ye. Azadiya Ocalan tê wateya bidawîbûna şerê li Tirkiyeyê û herêmê."