ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 5 Nîsan 2022
  • Rojev
* Şîroveyên li ser peyamên ku di pîrozbahiya Newrozê de derketin holê didomin. Siyasetmedarên jin ên li Botanê da zanîn ku gel bi ruhê salên 90'î daketin qadan û gotin: "Kurd di Newrozê de bersiva herî xurt da dost û dijminên xwe. Gel xwedî li hebûn û nasnameya xwe derket." BI DÎMEN 
 
*Endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Edlê Ehmed Bekir têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar dikin û wiha got:"Ev tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandoreke mezin li ser civakê dike. Serokatî nefesa gelê kurd e, eger ew tune be gelê kurd jî tune ye. Rêber Apo ji bo me jinan gelekî xebat da meşandin, jin bi fikir û felsefeya wî rêxistin û artêşa xwe ava kir." BI DÎMEN 
 
*Doza SES’ê ya tê de hevseroka giştî ya SES’ê Selma Atabey jî tê darizandin, derket holê ku ji îfadeyên winda yên îtîrafkarên Doza Kobanê ava bûye. Ji şahidên Doza Kobanê Kerem Gokalp û şahidê veşarî Ulaş bûn esasên îdianameya SES’ê û  parvekrinên siyasetmedarên HDP’ê û pirtûkên weşandine wek sûc hatine dîtin.
 
*Li gorî çeteleya ku ajansa me her meh amade dike di meha Adarê de 25 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi guman mirine. Di meha Adarê de 5 jin ji şaneşînê yan jî ji cihên bilind de ketin û jiyana xwe ji dest dan. Yek nokteyeke din a balê dikşîne ev e ku 4 jin ku hewl dan pêşî li kuştinan bigirin ji aliyê gumanbar ve rastî hewldana qetilkirinê hatin. ÇETELEYA ŞÎDETÊ
 
* Endama SYKP’ê Roza Kahya da zanîn ku beyî HDP’ê tifaq nabe û ev di Newrozê de baş hatiye dîtin û got: “Gel gotina xwe got. Rastiya xwe nîşan da. Riya sêyemîn tam jî Tifaqa Demokrasiyê nîşan dide.” BI DÎMEN 
 
*Cerdevan Orhan Çetîn ku jina pê re zewicandî Naîle Çetîn bi îşkenceyê qetil kir, bi cezayê muebeta giran hat cezakirin. Dadgehê diyar kir ku gumanbar îftereyan li Naîleyê dike û ceza danexist.
 
*Yunus Kiyar mehek beriya niha sirgunê Girtîgeha Yozgatê kirin û niha di hicreyeke yekkesî de tê girtin. Keça wî Zeynep, diyar kir ku girtî di bin şert û mercên ne baş de dijîn û got: "Divê hemû malbatên girtiyan piştevaniya çalakiya 'Nobeta Edaletê' bikin û bibin dengê girtiyan." BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roja vejîna gelê kurd e û gotin deng û peyamên li qadên Newrozê bilind bûn xwe gihandin Amarayê. BI DÎMEN