Kesên li Colemêrgê hatin binçavkirin, hatin berdan
- 08:20 5 Nîsan 2022
- Rojane
COLEMÊRG - Kesên do di saetên serê sibehê de li Çelê û navenda Colemêrgê hatin binçavkirin, hatin berdan.
Do di saetên serê sibehê de li Çelê û navenda Colemêrgê polîsan bi ser malan de girtin. Li Taxa Gaziyê ya girêdayî navendê polîsan Zana Îhtiyatoglu û Nur Îhtiyatoglu kirin bin çavan. Nur bi zarokê xwe yê 3 salî hat binçavkirin. Leşkeran jî Halil Îhtiyatoglu li gundê wî kirin bin çavan. Li Çelê jî polîsan bi ser malên Şilan Dayan û Havva Sevi ve girtin û ew kirin bin çavan.
Kesên hatin binçavkirin di saetên êvarî de piştî karê li emniyetê hatin berdan.