Di 'Nobeda Edaletê' de vekirina deriyên Îmraliyê xwestin

  • 15:22 4 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - "Nobeda Edaletê" ya ku li Îzmîrê ji aliyê xizmên girtiyên nexwseş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve hat destpêkirin di roja 37'an de berdewam dike. Di çalakiya îro de bi minasebeta 73'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin ku deriyên girtîgeha Îmraliyê bên vekirin.
 
"Nobeda Edaletê" Edalêet ya malbatên girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin di roja 37'an de berdewam dike. Xizmên girtiyan îro çûn serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê û piştre jî Însîyaetîfa Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê û rêxistina HDP'ê ya Torbaliyê çûn serdana malbatan. 
 
'Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin'
 
Di serdanê de dayika Medet Kaymaz ê ku li girtîgeha F2 a  Tekîrdagê tê girtin Medîne Kaymaz, 73'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Pîroz kir û got ku ji bo şatî pêk bê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Medîne xwest ku tecrîda girankirî demildest bê bidawîkirin û wiha got, "Dewleta Tirk bê merhamet e û zilmê dike. Abdullah Ocalan Serokê 30 milyon kurd e. Tu kes nikare di şert û mercên wî de bijî. Em dayik aştiyê dixwazin û serokê kurda jî aştiyê dixwaze. Ew serokê me ye û em dixwazin ku derî bên vekirin."