Li Wanê di şahiya 4'ê Nînsanê de dar hatin çandin

  • 14:48 4 Nîsan 2022
  • Rojane
 
WAN - Di pêşengiya TJA û Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê de bi dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" dar hatin çandin. 
 
Li Wanê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi minasebeta 73'emîn Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dar hatin şandin. Di çalakiya darçandinê ku li Taxa Yenî Mahalle a Artemêtê hat kirin de , Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniya bi Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY - DER)  MEBYA - DER'ê, hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin û gelek jin jî tevli çalakiyê bûn.
 
'Rojbûna te pîroz be ey Serok'
 
Jinên ku dar çandin di çalakiya xwe de dirûşmên, "Rojbûna te pîroz be ey Serok" berz kirin. Çalakî piştî çandina daran qediya bi dirûşman bi dawî bû.