Li Îzmîrê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

  • 14:37 4 Nîsan 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şakiyekê hat pîrozkirin. Di şahiyê de peyama bila Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe hat dayîn.
 
Bi minasebeta 73'emîn Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ser banga Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê şahî hat lidarxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, Komeleya Xizmên Girtî û Hukumxwaran a Ege (EGE TUHAYDER) û nûnerên  NYAKAYDER'ê tevli şahiyê bûn. 
 
Şahî bi rêzgirtina ji bo Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'a Îzmîrê hat qetilkirin û hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin. Di şahiyê de peymana bila Abdullah Ocalan bi awayê fizîkî azad bibe hat dayîn.
 
Şahî bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.