Li Kobanê 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin

  • 13:46 4 Nîsan 2022
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahî li dar xistin.
 
Bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî pêk anîn. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî şahiyê bûn. Tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî şahiyê bûn. Şahî li Gundê Elpelorê yê girêdayî Kantona Kobanê ku cara yekem Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derbas bûbû hat pîrozkirin. Di şahiyê de Koma Kevnar a Mezopotamyayê stran gotin, her wiha kewên sipî ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan firandin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin a ji bo bibîranîna têkoşerên azadiyê dest pê kir û paşê Sara Xelîl li ser navê Kongereya Star a Herêma Firatê axivî.
 
'Rojbûna Rêber Apo li tevahî jinên azad piroz be'
 
Sarayê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev 73 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser doza berxwedanê ye û wiha dawî lê anî: "Rêber Apo di destpêka tevgera xwe de, xwedî bîr û baweriyeke mezin bû. Ji bo gelê kurd û tevahî gelên aştîxwaz xwedî sekna herî bi rûmet bû. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe rê li ber qirkirin, tundî, tunekirina gelên kurd girt. Rêber Apo ji bo jinan pir ked da û asta herî girîng û dewlemend da jin û civakê. Ji ber vê yekê em rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin û hezar silav ji Kobaniya rengîn re dişînin Îmraliyê û bê serok jiyan nabe."
 
Her wiha bi navê Tevgera Ciwanên Enternasyolanîst axaftin hat kirin.
 
'Rêber Apo bandora xwe li ser her kesî kir'
 
Tevgera Ciwanên Enternasyonalîst da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî nirx û pîvanên herî buha ye û wiha dawî lê anî: "Em li Ewropayê bi tekoşîna wî ya li beramberî dagirkeriyê dibînin û pê bi bandor dibin. Rêber Apo gelê xwe pêş dixe û zilmê tu carî qebûl nake. Bi rastî em bi vê projeya Netewa Demokratîk a Rêber Apo pir kêfxweş in, ji ber  ku bû sedem em îro li Kantona Kobanê li Gundê Elpelorê bisekinin û hîs bikin ku Rêber Apo di nava me de ye."
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.