Malbatên girtiyan: Em qedexeyan nas nakin, kes nikare pêşiya me bigire

  • 11:02 4 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL - Li dijî qedexeya qeymeqamtiyê ya ji bo "Nobeda Edaletê" ya li ber Edliyeya Stenbolê malbatên girtiyan bertek nîşan dan û gotin ew ê qedexeyan nas nekin, kes nikarin pêşiya wan bigire. 
 
Li girtîgehên li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, neheqî, tundî, zext, zordestî didomin. Mafên girtiyan tên binpêkirin û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Tevî rewşa xwe ya giran jî girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Di heman demê de jî girtiyên ku cezayê wan qediyane û nayên berdan jî li benda berdana xwe ne. Li dijî vê rewşa li girtîgehan malbatên girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê nobedên edaletê didomînin. Nobeda Edaletê ya li Stenbolê her hefte roja pênçşemê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê tê girtin. Lê hefteya borî nobet bi hinceta qedexeya çalakiyan a ji bo 15 rojan a Qeymeqamtiya Kagithaneyê ve hat astengkirin. 
 
Malbatên girtiyan ên nobedê digirin li dijî vê yekê derketin û dan zanîn dê nobedê bidomînin. 
 
'Em ji astengî, binçavkirin û qedexeyan natirsin'
 
Dayika girtiyê bi navê Yakûp Akman ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin Fincê Akman, bi lêv kir ew natirsin her wiha qedexe û astengî tenê ji bo dayikên ku di Nobeda Edaletê de ne û ev tişt lê zêde kir: "Sedema binçavkirinan jî çavtirsandina dayikan bû. Bi vê yekê dixwazin çalakî neyê lidarxistin. Em ji astengî, binçavkirin û qedexeyan natirsin. Em ê hefteya bê jî çalakiyê xwe bidomînin. Dibêjin, ' ev der qedexe ye neyên vê derê'. Heta em armanca xwe pêk neynin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin û qedexeyan nas nekin."
 
'Divê em hîn zêde li zarokên xwe xwedî derkevin'
 
Fincê, diyar kir ku ew bi nobedê li dijî kesên dibêjin dengê xwe nekin, mafê jiyanê yê zarokên xwe diparêzin û wiha pê de çû: "Dewlet dibêje, 'li zarokên xwe xwedî dernekevin. Eger mirin jî bila bimirin, em çi bînin serê wan jî divê hûn dengê xwe nekin'. Hewce ye li dijî van gotinan hê zêdetir li zarokên xwe xwedî derkevin. Em bi çavê xwe dibînin ku ji girtîgehan cenazeyên zarokên me derdikevin. Ji bo ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin em vê çalakiyê pêk tînin. Bila malbatên girtiyan netirsin. Em jî natirsin ger ku em serê xwe bitewînin wê bêtir bi ser me de werin. Bila hemû kesên xwedî wijdan roja pencşemê werin ber deriyê Çaglayanê li nobeta me xwedî derkevin û piştgirîyê bidin me."
 
'Ew çekê jî bidin singa min, ez ê netirsim'
 
Xwişka girtîyê bi navê Selîm Çîftçî Cemîle Çîftçî jî astengkirina nobeta wan û binçavkirina wan bi bîr xist û da zanîn ku çiqas qedexe hebe jî wê nobeta xwe bidomînin û wiha lê zêde kir: "Ew çiqas bibêjin, 'qedexe ye û neyên vê derê jî' em ê biçin û çalakiya xwe bikin. Em nikarin tenê deqeyekê jî bisekinîn. Zarok, bav, bira û xizmên me di girtîgehan de nexweş û li ber mirinê ne. Em neçar in biçin li wan xwedî derkevin. Ew çekê jî bidin singa min, ez ê netirsim. Heya ku halê min xweş be ew min bikin gorê jî ez ê dev ji vê dozê bernedim. Divê tu kes dev ji vê dozê bernede. Em nasekinin û kes nikare pêşiya me bigire. Ez tenê jî bimînim ez ê vê çalakiyê bidomînim. Ez jî ji bo edaletê diçim nobedê. Dibejin, 'neyên li girtiya xwe xwedî derkevin'. Em êdî naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin."
 
'Bila hemû kes rabin ser piyan'
 
Cemîleyê, bi lêv kir ku wê malbat têkoşîna xwe mezin bikin û wiha bi dawî kir:"Bila malbat, parêzer, parlementer û saziyên civakî hemû kes rabin ser piya. Bila têkoşîna me mezin bibe û hemû cîhan çalakiya me bibîne. Heya çareserî neyê em ê bi van pêkanînan çalakiya xwe bidomînin."