Bi hezaran kes ji bo biçin Amarayê li Xelfetiyê kom dibin

  • 11:00 4 Nîsan 2022
  • Rojane
RIHA - Bi minasebeta rojbûna 73'yemîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amarayê yê Xelfetiyê dê pîrozbahî bê lidarxistin. Bi hezaran kesên ku wê biçin Amarayê li Xelfetiyê kom dibin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û MED TUHAD-FED'ê ji bo rojbûna 73'yemîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amarayê yê Xelfetiyê dê îro pîrozbahî bê lidarxistin. Bêriya 4’ê Nîsanê wekî her sal gundê Amarayê hatiye dorpêç kirin. Tê payîn ku ji 11 bajaran wê welatî werin gundê Amarayê û bernameya pîrozbahiyê li dar bixin. 
 
Welatî ji bo rojbûnê li têketina Xelfetiyê kom dibin. Ji Amed, Botan, Êlîh, Rihayê welatiyên ku hatine ligel govendê  rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz dikin. 
 
Herwiha ji aliyek din ve jî li Gundê gogan ê Xelfetiyê welatî bi minasebeta vê rojê li gel govenê daran diçînin.