Şaredariya Mexmurê ji bo 4’ê Nîsanê dar çandin

  • 10:27 4 Nîsan 2022
  • Rojane
MEXMÛR - Li wargeha Mexmûrê bi minasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şaredariya wargehê di seatên berbangê de li parqa 4’ê Nîsanê dar çandin.
 
Her sal bi pêşengiya saziya perwerdê li wargeha şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi  minasebeta 4’ê Nîsanê Mîhrîcana  Çand û Werzîşê tê lidarxistin, di heman demê de bi awayekê organîzekirî hemû sazî û komînên li wargehê ji bo rêberê xwe çalakiya darçandinê li dar dixin. Li wargehê di seatên berbangê de li parqa 4’ê Nîsanê şaredariya wargehê dar çandin. Merasîma darçandinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin. 
 
Beriya darçandinê li ser navê saziyê hevserokê şaredariyê Bedran Pîranî li ser giringiya rojê û çalakiya darçandinê axivî û wiha got: ’’Em îro dikevin 73’emin rojbûna rêbertiya xwe.  Me weke Komîteya Şaredariya Wargeha Mexmûrê pêwîstî pê dît ku ji bo giringiya rojê çalakiya darçandinê li dar bixin. Weke tê zanîn ev roj di dîroka Gelê Kurd de ji bo gelên bindest buye rojeke hêviyê. Ji ber wê yekê jî her sal ji aliyê Gelê Kurd ve ev roj tê pîrozkirin û ev çalakî tê li darxistin. Parqa 4’ê Nîsanê ji ber ku ji bo rêbertî hatiye avakirin û ji bo me jî giringe me xwest li vê parqê vê çalakiya xwe li dar bixin. Pêwîst e her mirovekî kurd li kî derê be bila bibe darekê biçîne. Ji ber ku paradîkmaya rêber Apo li ser bingehê parastina ekolojiyê hatiye avakirin û divê em ekolojiyê biparêzin. Herî dawî ez vê rojê li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya û hemû gelê welatparêz pîroz dikim.’’
 
Piştî axaftinê her endamekî şaredariyê darek li parqê çand.