Raziye Ozturk: Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêviya gelan e

  • 09:07 4 Nîsan 2022
  • Rojane
STENBOL - Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi paradîgma xwe ji bo gelan bûye hevî û got: “Tevî şertên Îmraliyê têkoşîna xwe dimeşîne û tevi hemû astengiyên fîzîkî bi fikr û nêrînên xwe bandorê ligel dike û dibe hêvî. Herwiha bi rola aştiyê ji bo gelan dibe hêvî.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 73’emîn rojbûna xwe li Îmraliyê di bin tecrîdê de pêşwazî dike. Gelê Kurd jî rojbûna Abdullah Ocalan wek roja vejînê bi coşeke mezin pêşwazî dike. Ji parêzerên Buroya  Hiqûqê ya Asrin Raziye Ozturk der barê sekna Rêberê PKK’ê, hiqûqa taybet a li Îmraliyê, bêdengiya qada navneteweyî û 4’ê Nîsanê de nirxandin kir.
 
 *Ev saleke ku hun ji muvekîlê xwe agahiyê nagirin. Di vê salê de kîjan hewldanên hiqûqî çêbûn?
 
Me serî li hemû merciyên îdarî û darazê da. Ji wezareta dadê heta Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, heta Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkifê ya Girtîgehan û  gelek merciyên îdarî û Dadgeriya Înfazê da. Piştre me serî li Yekîneya Çalakiya Lezgîn a Neteweyên Yekbûyî da. Me serî li Raportora Îşkenceyê da. Me serî li komîsyonên di bin banê NY’ê de xebatan dimeşînin da. Bêguman li gel van serlêdanan me hem di asta neteweyî hem jî di asta navteweyî de me serî li gelek saziyan da. Em hîna jî serlêdanên xwe dikin û sazî û dezgehan agahdar dikin.
 
*Ji serlêdan û hewldanan me bersivek girt an na?
 
Baroya Amedê serî li wezareta dadê da. Helwesta Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya li dijî tecrîdê ji xwe mijara gotinê ye. OHD’ê serî li wezareta dadê û serdozgeriya komarê ya Bursayê da. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê nivîskî bersiv da me. Lê di bersivê de gotin ku wan serlêdana me ji komîlsyona binî re ragîhandine û ji bilî vê tiştek negotin. Me serî li Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê da.Vê saziyê jî bersiva neyînî da me. 
 
*Di ser cezayê dîsîplînê yê meha tebaxê re hatiye dayîn û dema xwe tije kiriye re,  3 meh derbas bûn. Li dijî vê ji bo hevdîtinê we serlêdan kir û hat redkirin û gotin sê meh cezayê dîsîplînê yê nû heye. Der barê vê de wê hewldana we hebe gelo?
 
Serlêdanên me di sînorên hiqûqê yê hatiye xêzkirin de dibe. Astên vê hene. Li dijî rewşê me carek din serî li merciyan da. Me di meha mijdarê de serlêdan kiribû. Di serlêdanê de me got bila hem parêzer hem malbat hevdîtinê bikin. Di bersivê de gotin sê meh cezayê dîsîplînê yê muvekîlê we heye. Gotin ji bo parêzeran qedexeya 6 mehan heye. Me der barê cezayê dîsîplînê de îtîraz birin DDB’ê. Di ser bidawîbûna cezayê dîsîplînê re 4 meh derbas bû. Me di vê pêvajoyê de serlêdanên xwe yên serdozgeriya komarê ya Bursayê û midûriyeta girtîgehê kirin. Lê me bersivek negirt. Ji ber vê me serî li dadgeriya înfazê da. Me got bila hevdîtinên parêzer û mablatan pêk bên.  Lê ev jî hat redkirin. Di bersiva red de gotin cezayê dîsîplînê yê nû heye û di meha sibatê de hatiye dayîn. Serlêdanên me di vê mijarê de wê bidomin.
 
*Di rojên borî de wek buroya hiqûqê daxuyaniya we hebû û we fikarên xwe der barê muvekîlê xwe de anîn ziman. Hun dikarin fikarên xwe hinek bînin ziman?
 
Birêz Ocalan û birêz Hamîlî Yildirim di 25’ê Adara 2021’ê de bi malbatan re hevdîtinên telefonê kirin. Hevdîtin kurt berdewam kirin. muvekîlên me yên din pêk neanîn. Miduriyeta girtîgehê got muvekîlan nexwestine derkevin hevdîtinan. Dema mirov li naveroka hevdîtinê dinêrin berteka cidî ya birêz Ocalan heye. Dibêje divê parêzer bên vir. Piştî vê bertekê telefon tên birîn. Ev rewş mirovan dike fikran. Ji wê rojê şûnde agahî nehat girtin. Tecrîd rewşa wir di nezalaliyê de dihêle. Her tiştê neyînî tîne hişê mirovan. Mrov dkarin biçin Silîvriyê muvekîlên xwe bibînin lê heman tişt ji bo Îmraliyê ne derbasdar e. Ji ber vê fikarên me gelek zêde dibin. 
 
*Çima li Îmraliyê hiqûq pêk nayê?
 
Hiqûq ji gotina maf tê. Maf jî tiştên ku ji bo kesan tên dayînê ye. yanî maf pêk hatina hiqûqê ye. Daxwazên me di sînorên hiqûqa pozîtîf de dimînin. Em dibêjin ku hiqûqa heyî bila pêk bê. Lê hemû daxwazên me neyînî hatin bersivandin. Ji bo Îmraliyê biryarên siyasî di plana pêş de ne. Li Îmraliyê pergala îşkence û tecrîdê mijara gotinê ye. 
 
*Di pêvajoya Îmraliyê de carekê jî ji bo mafê tenduristiyê  mafê ku ji giravê derkeve nehat dayîn. Li dijî vê tabloyê gelo tecrîd têgeheke têr e?
 
Gelek gotin hatin îfadekirin. Piştî 2015’an de rewşa tecrîdê ji aliyê Birêz Ocalan ve wek ‘tecrîda mucîd’ hatibû binavkirin. Ji hemû mafan bêparî heye. Em vê di hiqûqa pozîtîf de wek îşkence îfade dikin lê ev rewşa nezalal her rewşa girantir dike û rewşek dijmirovî ye.
 
 
*Berpirsyariyên wek parêzeran jî tên astengkirin. Ev tê çi wateyê?
 
Tecrîd pir alî ye. Nahêlin muvekîlên me mafên xwe bi kar bînin û kes di girtîgehê de bin jî mafên wan yên esas hene. Di van mafan de darizandina adîlane, mafê parastinê, pêkhatina hiqûqê ya bi bandor. Lê hewl didin pêşî li vê bigirin.  Çima ji ber ku parêzer mudaxale bikin, encamê negirin jî ev di alî hiqûqa navneteweyî de tê wateya ku tiştên Tirkiye dike tên teşhîrkirin. Ev Tirkiyeyê dike zorê. Ji ber vê jî hewl didin pêşî li parêzeriya me bigirin.  Ev jî di esasê de aliyekî tecrîdê ye.
 
*Hun der barê bêdengiya navneteweyî de çi dbêjin çima ev pêkanînên Tirkiyeyê nayên dîtin?
 
Hun bandora Ewropa, DYA û hêzên din ên hegemon yên di komploya navneteweyî de dizanin. Di vê mijarê de jî bêdengî û ev polîtîka jî berdewama vê rewşê ye. Di nokteya ku Tirkiye qexdexeya îşkenceyê pêk nayne de gelek peyman hene. Yek ji van jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Lê Tirkiye vê pêk nayne. Tirkiye çawa ku bi sedemên polîtîk hiqûqê şûnde dikşîne, mixabin Ewropa jî wisa ye. Ewropa ji ber berjwendiyên xwe bêdengiya xwe didomîne.
 
Bêdengiya CPT'ê
 
Di 2011’an de me serî li DMME’ê da. Bersîva van serlêdanan hîna nehatiye dayîn. Piştre serlêdanên hatin  kirin encam jê derketin. Dîsa em li CPT'ê binêrin. Qaşo saziya Konseya Ewropayê ye. Ji kontrolkirinê berpirse. CPT'ê di 2019’an de raporek weşand. Piştî vê raporê berpirse ku rewşê kontrol bike. Gelo Tirkiye vê çiqas pêk tîne. CPT binpêkirin ji xwe tespît kiribû. Piştî rapora CPT'ê binpêkirinên Tirkiyeyê li Îmraliyê zêdetir bûn. Lê CPT'ê tiştek nekir. Bêdeng ma. Tenê ji rayedaran agahî girt. 
 
Komîteya wezîran biryarek bi bandor neda
 
Dîsa Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê  biryar da ku îşkence binpêkirina maf e. Em behsa komîteyeke ku divê vê kontrol bike, dikin. Lê Komîteya Wezîran 7 sal şûnde vê digire rojeva xwe. Piştî digire rojevê jî biryarek bi bandor nade.
 
*73’emîn Rojbûna Rêberê PKK’ê tê. Rojbûna rêberê PKK’ê wek vejîna nû tê venasîn. Cihê rêberê PKK’ê li cem gelan çiye?
 
Dema mirov li piştperdeya dîrokî ya rewşê binêrin rastiyeke pir girîng dertê holê. Pozîsyona Birêz Ocalan ya li ser Gelê Kurd dertê holê. Îro tevî tecrîd û çewisandinê li qadên Newrozê bi mîlyonan kesî azadiya Birêz Ocalan xwest û dirûşme berz kirin. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên der barê Birêz Ocalan de vala hatine derxistin. Di seranserê dîrokê de kurd her tim mahkumê tunekirinê hatin kirin. Civakek di bin qirkirinê de bû.  Lê Birêz Ocalan bi polîtîka pêş xist Gelê Kurd hişyar kir. Birêz Ocalan bi vejîna xwe rewş ferq kir û di pozîsyona ku înkarî heye de nesekinî. Têkoşîna xwe ya yekem bi azadbûnê da. Birêz Ocalan têkoşîna xwe civakî kir. Piştî hat dinê welidîna xwe watedartir kir. Di alî azadiyê de têkoşînek cidî meşand. Têkoşîna azadî û hebûna kurdan gihand astek din. Ev bi xeta serokatiyê ya Birêz Ocalan pêk hat.
 
Vejîna kurdan
 
Li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk pêş xist. Heta gelek caran Ocalan xwe wek Spartakus bi nav dikir. Ji ber Spartakus zarokê dê û bavê kole bû. Dema nû hat dinê li gorî qanûna Roma ew di pozîsyona koletiyê de bû. Lê Spartakus ev qebûl nekir û têkoşîna azadiyê da. Birêz Ocalan nokteyên ku dişibiya Spartakus di gelek hevdîtinên xwe de anîbû ziman. Birêz Ocalan di çarçoveya felsefa pêş xist de di pozîsyona azadkirina kurd de bû. Gelek kurd vejîna Birêz Ocalan wek vejîna xwe dibînin. 
 
Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn paradîgma rizgahiyê pêş xist. Bêguman li gelek deverên cîhanê fikr û nêrînên birêz Ocalan, felsefeya wî esas tê girtin. Nêrînên wî yên der barê jinan de li atolyeyên jîneolojyê tên nîqaşkirin û ji bo bikeve pratîkê jî hewldan hene.