'Divê gel dengê xwe ji bo Rêber Apo bilind bikin'

  • 09:01 4 Nîsan 2022
  • Rojane
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Dayikên cangoriyên azadiyê yên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re mane û niha li Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, hestên xwe yên ji bo roja 4'ê Nîsanê wiha anîn ziman: " Rêbertî ji zaroktiya xwe de piştgiriya jinan kiriye, ji ber ku jin bindest bûn, jin bi bê maf û bi kevneşopiyên civakî dihatin xapandin. Divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Em ê her tim xwedî li fikir û felsefa Rêberê xwe derkevin."
 
Di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amarayê yê girêdayî Xelfetiya Rihayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji dayik bûye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji temenekî biçûk de dest bi lêgerînên xwe yên derbarê gelê kurd, azadiya jin, dîrok û naskirina civakê kiriye. Ji wê demê û vir de dest bi şoreşa azadiyê kiriye. Abdullah Ocalan bi fikra azadiya jin û azadiya gelên bindest dest bi şoreşa azadiyê kir. Ji bo vê jî hemû gel û bi taybet jin li ser fikir û felsefeya Abdullah Ocalan xwe rêxistin kirine. Ji bo ku dewletên hegemon fikir û felsefa Abdullah Ocalan ji gel qut bikin ev 24 sal in di girtîgeha Îmraliyê dîl hatiye girtin. Heta roja îro jin, ciwan, zarok û civak li pey şopa Abdullah Ocalan têkoşînê dikin. Dayikên cangoriyên azadiyê yên Efrînî yên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re mane hestên xwe derbarê roja 4'ê Nîsanê de ji ajansa me re anîn ziman.  
 
'Rêber Apo girîngî û hêza herî mezin daye jinê'
 
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Sureye Hebeş di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû gel û jinan pîroz kir û wiha vegot: "Heyva Nîsanê heyva gul, çem, dar û biharê ye. Rojbûna Rêber Apo di dema herî xweş a biharê de ye. Ji ber vê yekê di destpêkê de em rojbûna Serokatî li hemû gelên azadîxwaz û li hemû jinan pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo ji bo me pir girîng û bi wate ye, ji ber ku ji me re bûye hêz û vîn. Bi taybet ji jinê re bûye hêz. Rêbertî ji zaroktiya xwe de piştgiriya jinê kiriye, ji ber ku jin bindest bûn, jin bê maf û bi kevneşopiyên civakî yên zihniyeta desthilatdar dihatin xapandin. Ji ber vê Rêber Apo girîngî û hêza herî mezin daye jinê, ji bo vê Rêber Apo dibêje 'Nîvê şoreşê, nîvê civakê jin e'. Rojbûna Rêber Apo ne rojek ji rêzê ye, rojek dîrokî ye û ketiye dîroka mirovahiyê. Heta ku em dijîn em ê her tim vê roja pîroz bi kêfxweşî pêşwazî bikin."
 
'Divê hevdîtin bi Rêber Apo re bên kirin'
 
Sureye di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha bi lêv kir: "Mixabin em bi rastiya ku Rêber Apo di zindanê de ye, diêşin. Ji ber vê sedemê jî tiştê ku Serokatî pêşkêşî jinê kiriye, em weke jin hîn tê de kêm mane. Ji ber Rêberê me ne wekî tu Rêbera ye, pir ji gelê xwe hez dike û bi rêzdarî nêzî jinê dibe. Rêber Apo her tim dibêje 'Ez dikarim tenê bi perçeyek nan jiyana xwe berdewam bikim'. Ev 24 sal in Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ye, ji bo vî gelî ji bo maf, ziman, zarok, jin û civakê xwe feda kiriye. Ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker ev du sal in tecrîdek pir giran li ser Rêberê me dimeşîne, nahêlin ku Serokatî hevdîtinê bi parêzer û malbatê re bike. Divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de kesayeta jina bi hêz têk bibin. Ji ber ku baş dizanin ger tenê gotinek ji aliyê Rêber Apo ve bê kirin, wê hemû gel rabe ser piyan û dinyayê bihejînin."
 
'Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye'
 
Sureye di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku tev bigerin û li ser piyan bin heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fîzîkî azad dibe û wiha anî ziman: "Banga me ji hemû kesên azadîxwaz re heye ku êdî rihet nesekinin, her kes biherikin qadan, her kes ji bo azadiya Rêber Apo bikeve nava tevgerê. Ji ber ku Serokatî Rêberekî navneteweyî ye û li dijî zilmê, zor, zihniyeta baviksalar şerê azadiyê, maf û binpêkirinan dike. Ji ber vê Rêberê me navneteweyî ye, zarokên me yên ji dayik dibin û heya kal û pîrên me rojane bang dikin dibêjin 'Bijî Rêber Apo'. Em ê carek din çavên xwe ji dijmin re negirin, ji ber ku Rêberê me girtiye û em negihiştine azadiyê. Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye."
 
'Em deyndarê Rêber Apo ne'
 
Fehîme Îbrahîm a ji Efrînê derbarê roja 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê de axivî û wiha got: "Rojbûna Serokatî em li hemû gelên azadîxwaz û hemû jinan pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, rojbûna hemû gelên azadîxwaz e. Yê ku jin derxistiye pêş û wateya rast daye jinê Rêberê me ye. Sedema sekin û vîna gelê kurd a roja îro keda Serokatî ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me bê xwestin em amade ne, em fedayî Rêber Apo ne. Çiqas em kar û xebatê bikin lê hîn em deyndarê Serokatî ne."
 
'Divê gel dengê xwe ji bo Rêber Apo bilind bikin'
 
Fehîmeyê daxwaz kir ku di demek nêz de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji zindana Îmraliyê azad bibe û wiha bi dawî kir: "Divê gel dakevin daqan û dengê xwe bilind bikin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo û fikir û felsefeya wî li dijî zihniyeta dewletên hegemon e, tecrîda girankirî li ser Rêber Apo ferz kirine. Lê bila baş bizanibin ku em tu car dev ji xeta Rêber Apo bernadin û em ê her tim xwedî li fikir û felsefa Rêber Apo derkevin. Dema ku navê kurdan hebe, her kes çavê xwe digire û xwe ker û lal dike."