ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 4 Nîsan 2022
  • Rojev
*Dayikên cangoriyên azadiyê yên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re mane û niha li Kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin, hestên xwe yên ji bo roja 4'ê Nîsanê wiha anîn ziman: " Rêbertî ji zaroktiya xwe de piştgiriya jinan kiriye, ji ber ku jin bindest bûn, jin bi bê maf û bi kevneşopiyên civakî dihatin xapandin. Divê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin. Em ê her tim xwedî li fikir û felsefa Rêberê xwe derkevin." DÎMEN HEYE
 
*13 sal di ser qetilkirina Mahsum Karaoglan ê ku di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê de hate qetil kirin re derbas bû. Dayika Mahsum, Sultan Karaoglan diyar kir ku hê jî ciwanên kurd tên qetîlkirin û wiha got: “Êşa me qet kêm nenû. Em ê heta dawiyê jî doza lawê xwe bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi paradîgma xwe ji bo gelan bûye hevî û got: “Tevî şertên Îmraliyê têkoşîna xwe dimeşîne û tevi hemû astengiyên fîzîkî bi fikr û nêrînên xwe bandorê ligel dike û dibe hêvî. Herwiha bi rola aştiyê ji bo gelan dibe hêvî.” DÎMEN HEYE
 
*Cîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Feleknas Uca têkildarî peyama gelê kurd ku li qadên Newrozê daye û 4'ê Nîsanê axivî û got: "Piştî 8 salan cardin ji Stenbolê heta Botan û Amedê gelê kurd bi yek dengî azadiya birêz Abdullah Ocalan qêriyan. Em bi heman hêzê ber bi roja nû 4'ê Nîsanê ve diçin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got tecrîd ne tenê rewşeke der barê cihekî de ye û li ser hemû gelê kurd pêk tê. Pero her wiha daxuyand ku wê daxwaza mîlyonan kesên li Newerozê esas bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîsyona Mafên Zarokan a ÎHD’a Amedê Eylul Ozgultekîn da zanîn ku binpêkirinên mafan yên zarokan ên li herêmê tên kirin ne bûyerên munferît in.