Li sê bajaran ji bo 4'ê Nîsanê şitil hatin çandin

  • 15:07 3 Nîsan 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene Mêrdîn û Şirnxê ji bo 4'ê Nîsanê şitil hatin çandin. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê bi munasebeta 73'yemîn roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şitil çand. 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê bi munasebeta 73'yemîn roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şitil çand. Li qada Taxa Sakirpaşa ya Seyhanê dayikan şitil çandin û bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan. Dayikan di heman demê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Mêrdîn
 
Li Dêrika Mêrdînê jî şitil hatin çandin. Jinên li gundên cuda yên girêdayî Dêrikê hatin gel hevdu berê çûn serdana goristanan. Jinan piştre bi çandina şitilan roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku ew hêvî dikin darên çandine bibin hêviya azadî û aştiyê. Piştre jinan bi çepik û lîrandinê bernameya xwe bi dawî kirin. 
 
Şirnex
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li "Baxçeyê Rêbertî" ya li navendê paste jêkirin û şitil çandin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî beşdarî bernameyê bû.