'Nobeda Edaletê' di roja 391'ê de berdewam dike

  • 13:01 3 Nîsan 2022
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a ku di roja 391'ê de "Nobeda Edaletê" berdewam dike got, "Heta edalet pêk bê em em ê bixwazin û bêdeng namînin." 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bibû. Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 391’an de berdewam kir. Di dawiya hefteyê de edliye girtî ye lewma malbatê çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir. 
 
Malbatê, li ser hesaba xwe yê medyaya dijîtal wêneyê ambulansa ku dema birîndar vediguhest rastî êrişê hatibû parve kir û wiha got: “Hemû kes êdî pê dizane ku hiqûq li Rihayê li gorî şexs û meqaman teşe digire. Li Tirkiyeyê hiqûq, ezmûna xwe ya herî girîng li hemberî dayikeke ku li pêşiya edliyeyê têdikoşe dide. Heta ku edalet pêk bê em ê bixwazin û bêdeng namînin.”