'Amedspor azmûna vî welatî ye'

  • 12:41 3 Nîsan 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Di turnûvaya futbolê ya di navbera Amedspor û Fenerbahçe de pêk hat pevçûnê rû da. Li ser pevçûnê Fenerbahçe li ser hesabê xwe yê dîjîtal û di roportajên dane çapemeniyê de navê jinên werzîşvan ên Amedsporê vekirî anîn ziman û kirin hedef. Werzîşvana Amedsporê Hêvîdar Odungit ku êrişa zayendperest û nîjadperest lê hat kirin bûyera pevçûnê anî ziman û êriş şermezar kir.
 
Taximên Amedspor û Fenrbahçe yên jinan, di hefteya 17'emîn a turnuvaya futbolê ya Turkcellê de li Amedê hatin beramberî hev. Ber bi dawiyê ve di navbera herdu taximan de pevçûnê rû da. Piştî pevçûnê di serî de taximê Fenerbahçe û çapemenîyê bi awayekî vekirî navê werzîşvanên Amedsporê Sultan Demîr parve kirin û hedef nîşan dan. Li ser medyaya dîjîtal jî êrişên nîjadperest ên weke "Kurd pirsgirêk in", "Taximê terorîstan", "Şev li çiyan, roj li seheyan", "Hûn ji futbolê fam nakin, ji molotofa fam dikin" û di heman deme de jî êrişên nîjadperest pêk hatin.
 
Yek ji wan werzîşvanên Amedsporê ku li ser medyaya dîjîtal navê wê hate parvekirin û êriş lê hat kirin Hêvîdar Odungit bû. Têkildarî êrişê Hêvîdarê berteka xwe bi ajansa me re parve kir.
 
'Beriya bûyerê taximê li hember hate şiyarkirin'
 
Hêvîdarê bûyera duh bi van gotinan şîrove kir: "Turnuvaya duh hatiye kirin ne li gorî xwesteka me hate kirin. Li ser medyaya dîjîtal weke ku berpirsyarê gengeşiyê tenê Amedspor e hate lansekirin û Fenerbahçe xwe weke mexdûr da nîşadan. Di serî de ji ber ku tişta hêvî dikirin negirtin, Kûlûba Yeked a Fenerbahçeyê gotinên neyên gotin, kirin. Di dema lîstinê de, beriya bûyerê bi caran taximê Fenerbahçeyê hate şiyarkirin. Her cara ku min taç bi kar dianî, bêyî ku temasek min a fîzîkî çêbibe ji min re gotin dikirin. Ber bi dawiyê ve antronorê mêr bi ser min de hat û bi awayekî hişk êriş kir. Car din li cihê ku maç bi dawî bibe hakem bi awayekî ji xwe re biryara penaltiyê dide û maçê dirêj dike."
 
'Wan ji bo êrişê bingeh ava kirin'
 
Hêvîdarê diyar kir ku wan ji bo êrişê bingeh ava kirin û wiha pê de çû:"Di deqeyên 90'î de maç berdewam dikir. Taximê beramber tac bi kar anî û min jî xwest bibim asteng. Ev jî mafê min e ku ger yek ji futbolê fam bike wê vê yekê bizanibe. Çawa dibe ku taximekî ewqas xwe pêş de dibîne nikare vê yekê fam bike. Yên ku şaş fam kirine ango xwestine rewşê bikişînin cihekî cuda û gengeşeyê derbixin, bi hinceta min êrişî lîstikvanê wan kiriye êrişî min kirin. Yek ji wan bi porê min girt û li dora min kom bûn. Xwestin min bikişînin kulûbeya xwe. Jin û mêr êriş kirin. Hevalên min ên ku rewş dîtin jî xwestin bikevin navbera me. Dîmenekî qirêj e, lê belê yên ku ji vî dîmenî re bingeh amade kirin û rewş ber bi cihekî cuda ve kişandin Fenerbahçe bû."
 
'Gef li me tê xwarin'
 
Hêvîdarê anî ziman ku ji duh ve gef lê tê xwarin û li ser medyaya dîjîtal jî parvekirinên nîjadperest û zayendperest tên parvekirin. Hêvîdarê wiha berteka xwe nîşan da:"Li ser me dilîzin. Dema mijar dibe Amedspor dibêjin taxim bigirin. Dema hûn nebûn, em hebûn. Dema ku me deriyê xwe ji taximên din re vedikir jî hemû lîstikên me bê pirsgirêk derbas dibûn. Ji me pirsgirêk dernakeve. Em Amedspor in, em taximê gel in. Ji ber wê yekê jî gengeşeyên bi vî rengî li me û navê me nayê. Ev ne ya yekem ne jî wê ya dawî be. Weke Amedspor neheqî li me dihatin kirin."
 
'Amedspor azmûna vî welatî ye'
 
Hêvîdarê herî dawî bi van gotinan êriş şermezar kir: "Fenerbahçe di malperên xwe yên medyaya dîjîtal de navê werzîşvanên me bi kar anîn û hedef dan nîşandan. Di parvekrinên xwe de jî derbarê me de gotinên ne xweş bi kar anîn.  Ev jî ji bo pêşeroja werzîşvanê me rewşek ne baş e. Ew jî bû sedem ku li ser medayaya dîjîtal li me gef bê xwarin û êriş li ma bên kirin. Em nêzîkatiya wan şermezar dikin. Amedspor azmûna vî welatî ye. Amed gel e. Em ê bi raporên lêdanê giliyê wan bikin."