ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 3 Nîsan 2022
  • Rojev
 
*Jinên Botanê bal kişandin ser rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Bi girankirina tecrîdê re pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Pirsgirêk bi azadiya serok dê çareser bibe. Azadiya serok jî bi yekitiyê pêkane." BI DÎMEN 
 
*Ji Akademiya Jineolojiyê Civaknas Neslîhan Şedal der barê têkoşîna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji îdeolojiya rizgariya jinê bigire heta jineolojiyê nirxand û da zanî ku Abdullah Ocalan axa hezaran salî ya li ser jinan rakiriye û wiha vegot: “4’ê Nîsanê roja jinûve vejînê ye û di alî jinan de pêşxistina rêbazên têkoşînê ye.” BI DÎMEN