'Nobeta Edaletê' ya li Wanê 107 roj in didome

  • 16:15 2 Nîsan 2022
  • Rojane
WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê hatî destpêkirin 107 roj in didome. Di çalakiya îro de hat diyar kirin ku dê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Çalakiya malbatan di roja 107’an de jî berdewam kir. Çalakiya îro dayika girtî Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin Aslihan Tîmûr domand. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeya Rêya Armûşê îro serdana nobetê kir. 
 
Hevserokê DBP'ê ya Rêya Armûşê Îdrîs Polat axivî û diyar kir ku dê piştevaniya çalakiya malbatan dikin û got: "Li girtîgehan polîtîkayeke dîlgirtinê tê meşandin. Ji bo berjewendiyên xwe hiqûqa xwe binpêdikin. Her wiha bi hewldana xwe îqtîdara xwe meşrû dikin. Kesên ku di çalakiya 'Nobeta Edaletê' de ne ne bi tenê ne. Em piştevaniya çalakiya wan malbatan dikin. Her wiha em li vir bang dikin û dibêjin divê demildest daxwaza malbatan bê cih." 
 
Her wiha Îdrîs di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha axivî: "Em tecrîda li hemberî Ocalan bi tu awayî qebûl nakin. Em ê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin."