OGK'ê 4'emîn Konferansa Jinên Ciwan pêk anî

  • 15:06 2 Nîsan 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Jinên Ciwan ên Azad (OGK) bi dirûşma "Ji bo azadiyê îsyana xwe bilind bike" Konferansa Jinan a Ciwan a 4’emîn li dar xist. Figen Yuksekd a peyam ji koonferansê re şand wiha got:"Em û hûn bi hev re tevî zeman û mekanê jî em ê berxwedana xwe zêdetir bikin." 
 
Jinên Ciwan ên Azad (OGK) bi dirûşma “Ji bo azadiyê îsyana xwe bilind bike” Konferansa Jinan a Ciwan a 4’emîn li dar xist. Konferans li Mala Avakirina Çandê ya Balata navçeya Fatîha Stenbolê hat lidarxistin û gelek jin û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. 
 
Konferansê bi rêzgirtina ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane dest pê kir. Sînevziyona ku ji çalakiyên jinên cîhanê pêk dihat hat nîşandan. 
 
'Em ê li dijî her cureyê tundiyê rawestin'
 
Endama Koordînasyona Jinan a Navenda OGK’ê Hîvda Selen destpêkê axivî û ya ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Rojhilata Navîn xeta wan ronî dike destana Zîlan e û xeta têkoşîna wan a li Tirkiyeyê jî jinên ciwan ên li Pirsûsê canê xwe ji dest dan ronî dikin. Hîvda got ew ê li ser şopa têkoşîna azadiyê ya jinên canê xwe ji dest dane têkoşîna xwe mezin bikin. Hîvda anî ziman ku ew ê li dijî tundiya zilam-dewletê têkoşîna xwe birêxistinkir bikin û li dijî her cure tundiyê rawestin û têbikoşin. 
 
'Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin'
 
Piştî axaftina Hîvda, nameya Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ji Girtîgeha Kandirayê bo konferansê şandibû hat xwendin. Fîgen di nameya xwe de balê dikişîne ser girîngiya têkoşîna jinên ciwan û wiha dibêje: “Ez konferansa we silav dikim. Kelecan û biryardariya we mizgîniya biharê ye û rêya me ronî dike. Em û hûn bi hev re tevî zeman û mekanê jî em ê berxwedana xwe zêdetir bikin. Ez serkeftinê ji konferansa we re dixwazim.” 
 
Piştî xwendina nameyê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.