Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bibîranîn
- 12:57 2 Nîsan 2022
- Rojane
COLEMÊRG - Rojnamevan Evîn Bûldan a di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe hat bibîranîn.
Edîtora rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medya rojnamevan Evîn Bûldan a di 2’yê nîsana 2017’an de li Amedê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera 5’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîna ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ve pêk hat, li ser gora Evîn a li Goristana Bajêrgê ya navçeya Gevera Colemêrgê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, rojnamevan û xizmên wê tevli bîranînê bûn. Bav û dayika Evînê ji ber ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn, tevli merasîma bîranînê nebûn.
Mamê Evînê, Lutfu Bûldan ji ber tevlibûna bîranînê spasiya her kesî kir û got ew ê girêdayî têkoşîna Evînê bimînin.
Rojnamevan Rabîa Onver jî diyar kir ku ji bo ew xeyalên Evînê bicih bînin dê her daîm têbikoşin û spasiya beşdaran kir.
Pişt re rojnamevan Adnan Bîlen axivî û destnîşan kir ku ew ê her daîm girêdayî têkoşîna Evîn Bûldan û şehîdên çapemeniyê bimînin û dê têkoşîna xwe bidomînin.
Parlamenter Saît Dede jî anî ziman ku bi hezaran şagirtên cangoriyên çapemeniyê hene û ew soz didin ku dê her daîm têkoşîna wan bidomînin.
Piştî axaftinan hevpîşeyên Evînê û beşdarên din qerenfîl danîn ser gorê û bîranîn bi dawî bû.