Artêşa Iraqê li ser sînorê Şengalê baregehên xwe zêde dike

  • 10:27 2 Nîsan 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldanên dîwarkirina di navbera sînorê Rojavayê Kurdistan û Şengalê de dewam dike. Iraqê li deşta herêma Ereban ya nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe zêdekiriye.
 
Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS'ê, hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.
 
Ev sîmkirin ne tenê li ser xeta sînor tê kirin. Li gor plansaziya artêşa Iraqê wê sîm 5 km ji sînor dûr were danîn. Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê sîm were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.
 
10 baregehên nû
 
Li gorî agahiyên ROJNEWS'ê, Artêşa Iraqê li deşta herêma Ereban ya nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe zêdekiriye. Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê li herêmê dewam dike.
 
Dîwarkirina di navbera Rojavayê Kurdistan û Şengalê de jî dewam dike. Demek dirêje artêşa Iraq dest bi çêkirina dîwarek di nava Rojava û Şengal de kiriye, dîwar bi dirêjahiya 250’î kêlometre ji aliyê lîwaya 18’an ya parêzvanên sînor ên Iraqê ve tê çêkirin.