Kader Uzun ya tevlî DKY’ê bû: Armanc û pirsgirêkên jinan hevpar bûn

  • 09:08 2 Nîsan 2022
  • Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Kader Uzun ku tevlî DKY’ê bû wiha got: “Her çiqas jin ji çandên cuda ji sînorên cuda hatin gel hev jî armanc û pirsgirêkên wan wekhev bûn. Her kordînasyonê herêma xwe vegot û pirsgirêkên dişibiyan hev bal dikişandin.”
 
Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) ku beriya pandemiyê civînên xwe rû bi rû pêk dianîn, ji ber pandemiyê ev du sal bûn nikaribûn bên gel hev. Jinên DKY’î piştî du salan şûnde di 25-26’ê adarê de li Tunusê bi jinên 8 herêman hatibûn re hatin gel hev. Ji herêmê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Kader Uzun tevli civîna DKY’ê bû û têkoşîna jinên kurd û polîtîkayên zextê yên li ser wan vegot.
 
Du sal şûnde hatin gel hev
 
Kaderê da zanîn ku ji ber pandemiyê ev du sal bû nehatibûn gel hev û di wê pêvajoyê de civînên xwe onlîne pêk anîne û wiha vegot: “Bêguman civînên onlîne û civînên rû bi rû heman tiştî nade mirovan. Di navbera her du civînan de cudahiyek pir mezin heye. Di civîna rû bi rû de mirov dibin şahidên hest, tevger û têkiliyên germ û ev tiştekî gelek mezine. Mirov dest didin êş, hezkirin, kêfxweşî, hest û têkoşînên xwe û mirov bi hev re stranan dibêjin. Ev hestek pir pir cudaye. Di civînên onlîne de mirov ji van hestan bêpar dimînin. Jinan hev hembêz kirin û sohbetên demdirêj dikirin. Di vegotinên hatin kirin de dîsa hat dîtin ku pandemiyê bandorek mezin li ser jinan kiriye û jin hepsê malê bûne, aborî qels bûye û jin hatine asta ku nikarin debara xwe bikin.”
 
Ji 8 herêman tevlibûna jinan
 
Kaderê destnîşan kir ku jinan sînor bezandine û destên xwe dirêjî hev kirine û wiha pê de çû: “Meşa Jinan a Cîhanê avabûneke rengîne. Ji her derê cîhanê jin têde cih digirin. Civîna herêmî ya herêma Meşa Jinan a Cîhanê MENA (Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka); di 25-26’ê adarê de li Tunusê pêk hat û ji Fîlîstîn, Urdun, Lubnan, Iraq, Kurdistan, Cezayîr û Fasê bi tevlibûna 16 nûneran pêk hat. Rûniştin ji alilyê nûnera Fîlîstînê Ruba Odeh û nûnera Tunusê Nîma Nasîrî ve hatin rêvebirin. Jin her çiqas ji çandên cuda hatibin gel hev jî pirsgirêk û armancên wan wekhev bûn. Gelek aliyên hevpar yên jinên Fîlîstîn û Kurd hene. Jinên tevlibû bibûn pirsgirêkên li herêmên xwe dijîn ragîhandin.”
 
‘Plansaziyek der barê rojên çalakiyê de hat pêşxistin’
 
Kaderê di berdewamiyê de got zext û zilma zîhniyeta serdest ya mêr a li ser jinê hatiye nîqaşkirin û jinan der barê mekanîzmayên xebatê û şert û mercên welatên xwe de agahî dane û wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Her wiha fikar û hewcedariyên tevgera femînîst a herêmî jî hat nîqaşkirin. Der barê rojên çalakiyan ya ji aliyê Meşa Jinan a Cîhanê ve hatiye qebûlkirinê de jî plansaziyek xebatê hat pêşxistin. Ji bo rojên Roja Jinan a Navneteweyî, Roja Axê ya Fîlîstînê, Roja Xizaniya Cîhanê, Têkçûna Fabrîka Rana Plaza  jî plana xebatê hat derxistin. Her wiha ji bo amadekariyên Dibistana Jinan ya herêma MENA ya di meha cotmehê de wê pêk bê komîteyek hat avakirin.”
 
‘Bal kişandin ser şerê Rusya û Ukraynayê’
 
Kaderê destnîşan kir ku jinan balkişandine ser şer, dagirkirin, nijaperestî, jinên penaber û taybet jî pirsgirêkên kapîtalîzmê û şerê Rûsya Ukraynayê û wiha pê de çû: “Girêdayê civina herêmî, endamên sekreteryayê bi armaca şopandina xebatan û pêşxistina faliyetan ji bo alîkarî û piştgiriya hewce bi her nûnerên herêmî re şexsî civîn kirin.”
 
Kaderê her wiha got jinên kurd nirxek mezin dide têkoşîna DKY’ê û bi awayekî aktîf tevli rojên çalakiya DKY’ê dibin û wiha anî ziman: “Jinên kurd bi DYK’ê re çalakiyên xwe parve dike û bi piştevanî û piştgiriyê têkoşînê dide. Ji aliyên cuda yên cîhanê ji bo çalakiyên jinên kurd peyamên piştgiriyê tên. Em jî ji bo jinên Afganîstan, Fîlîstîn û her derê cihanê dikevin tevgerê. Heta jinên hemû cîhanê azad nebin wê têkoşîna me bidome.
 
Nexşerê hat xêzkirin
 
Kaderê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Piştî pirsgirêkên herêma MENA derket holê şûnde der barê van de mijara ku wê çawa çareser bibin hat nirxandin. Ji bo ku di portala ‘Capîre’ ya girêdayê DKY’ê ye aktîfbûn hebe agahî dan hevalên nûner. Ji aliyê kordînatorên herêmî yên curbi cur ve nexşerê hat amadekirin.Jİn wê modela azadîxwaz, ekolojîk, demokratîk biafirînin