'Hevdîtina min a bi Rêber Apo ji bo min bû şewqeke mezin'

  • 09:04 2 Nîsan 2022
  • Rojane
Yara Kendeş
 
KOBANÊ - Xanim Mehmod a ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû da zanîn ku 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelên aştîxwaz e û wiha got:"Hevdîtina min a bi Rêber Apo ji bo min bû şewqeke mezin. Loma em hêvî dikin ku di demek kurt de bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1949'an de li gundê Amarayê weke zarokê malbatek xizan ji dayik dibe. Navê diya wî Uveyş û navê bavê wî Emer e. Zarokatiya wî li Amara û gundê Cibinê ku lê dibistan dixwend derbas dibe. Ji ber rewşa aborî ya malbatê tune ye di karên demsalî de xebitiye û li gel jî dibistan xwendiye. Li Enqereyê dibistana Tapû Kadastro dixwîne. Di sala 1972'yan de jî derbasî Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê dibe. Ew ji zarokatiyê ve di nava lêgerînên nasnameya kurdbûnê de bû. Ji çalakiyên mîlîtanî yên Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş bi bandor dibe, bi wê re jî xebatên xwe yên siyasî kûrtir dike. Di sala 1973'yan de jî li bendava Çûbûkê ya Enqereyê cara yekem ji bo avakirina rêxistineke kurd civînê li dar dixin û cara yekem gotina 'Kurdistan mêtingeh e bi kar tîne'. Di 27'ê Mijdara sala 1978'an de li Gundê Fîsê yê navçeya Lîcê ya bajarê Amedê di encama nîqaşên têr û tije yên li mala Alaattîn Zogurlu de Partiya Karkerê Kurdistanê (PKK) tê demezrandin.
 
Di çarçoveya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Xanim Mehmod a ji Gundê Xerîban a girêdayî Kantona Kobanê ye û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin kiribû, ji ajansa me re wiha axivî.
 
'Hevdîtina min a bi Rêber Apo ji bo min bû şewqeke mezin'
 
Xanimê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Em berê li vir diman, lê piştî wê min û malbata xwe me berê xwe da Paytexta Sûriyeyê, Şamê. Min di wê demê de nedizanî heval çi ne û li kê derê dimînin. Min dît ku malbata min dibêjin dê heval bên gel me, lê hîç min nedizanî kî ne. Piştî demekê min partî nas kir, wê demê gelek heval diçûn û dihatin gel me lê min têkildarî bi wan re danenîbû. Lê piştre her tim li ber min behsa serokatiyê dihat kirin, li ser fikir û felsefeya wî hertim li derdora min axaftin dihatin kirin. Di vê demê de meraqeke pir mezin li cem min çêbû ku ez serokatî bibînim. Pirşt re hinek hevalên jin ên ku bi serok re mane hatin gel me û behsa tevgera xwe kirin ku bi çi rengî rêxistin tê meşandin. Bi rastî ez pir bi meraq û şewq bûm ku bizanibim rewşa vê rêxistinê bi çi şêweyê ye. Hevdîtina min a bi Rêber Apo ji bo min bû şewqeke mezin. Loma em hêvî dikin ku di demek kurt de bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî."
 
'Min dema Rêber Apo dît min ji çavên xwe bawer nekirin'
 
Xanimê di nava axaftina xwe de diyar kir wê dema ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dît gelekî şaş ma û wiha da pê axaftina xwe: "Dema ku ez li malê bûm, hinek heval hatin gel min û ji min re gotin em ê biçin cihekî. Di wê demê de min nizanîbû ka em ê bi ku derê vê biçin. Demek derbas bû min dît hevalên jin dibêjin dê civîn bê lidarxistin. Ji ber vê em bi giştî li vê derê kom bûne. Piştî wê em bi giştî ketin malek mezin, tabloyek sipî hebû, wêneyên şehîdan, alên jinan hebûn. 
 
Min li derdora xwe nihêrî min dît hevalên li derdora min ketine nava heyecanê û gelekî kêfxweş in, pişt re min dît Rêber Abdullah Ocalan kete hundir. Wê demê bi rastî ez nizanim çi bibêjim. Dema gotin serok hatî dê ji me re civîn çêbike, ez di şoqê de mam. Min bi rastî ji çavên xwe bawer nedikirin. Ji ber ku mirov dema çav wî dikeve gelek tiştan xeyal dike. Bawer bikin tu mirov weke wî nîne."
 
'Rêber Apo xwedî gelek taybemendiyên cuda ne'
 
Xanimê di domandina axaftina xwe de anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rastî ne weke her mêrî ye û wiha dewam kir: "Rêber Apo xwedî gelek taybetmendîyên cuda û girîng bû. Ji ber ku hertim di hundirê xwe de cihekî taybet dide runiştandin. Di her alî de dixwaze jin û civakê bi fikir û felsefeya xwe pêş bixe. Serokatiyê baş dizanibû çima divê mêr fam bike û zanibû ku desthilatdariya ku li ser mêran dihat meşandin, dibû sedemeke mezin ku serdestiyê li ser jin û civakê bike. Her wiha bi rastî serokatî dema bi min re axivî ji min re got tu jineke ciwan î divê tu bi hêz li pêşeroja xwe binihêrî. Baweriya ku min di gotinên wî de dîtin min li tu derê nedît. Kenê wî moral dida her kesî, ji zarokek biçûk bigire heta mirovekî temenmezin. Wî ji bo ax, welat û gelê xwe fedekartiya herî mezin dida meşandin. Her wiha niha vê tecrîda li ser wî hatiye ferzkirin û bi rojan e girantir dibe bi giranî şermezar dikim. Tu kes weke Rêber Apo tune ye ku ji civaka xwe hez bike û jinê bi pêş ve bibe."
 
'Rojbûna Rêber Apo rojbûna gelên aştîxwaz e'
 
Xanimê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rojbûna gelên aştîxwaz e û wiha dawî lê anî: "Rêber Apo Rêberê tevahî gelan e, ji bo azadiya welatê xwe xwe, xwe feda dike. Ji ber vê yekê rojbûna Rêber Apo rojbûna me tevahî gelan e. Ez rojbûna Rêberê Gelan li hemû kesên aştîxwaz li cangoriyên azadiyê û li tevahî jinên pêşeng pîroz dikim. Dê 4'ê Nîsanê bibe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."