ROJAVA 2'YÊ NÎSANA 2022'YAN

  • 09:00 2 Nîsan 2022
  • Rojev
* Dayika Aştiyê Emîne Ozerk, ligel her zehmetiyên jiyanê bi têkoşînê li ser piyan maye. Ji bo wê jiyan bi berxwedanê watedar dibe û dibêjê: "Heke em dayik dest bidin hevdû û em dikarin li hemberî her cureyên zilmê serî rakin." BI DÎMEN
 
* Xanim Mehmod a ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû da zanîn ku 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelên aştîxwaz e û wiha got:"Hevdîtina min a bi Rêber Apo ji bo min bû şewqeke mezin. Loma em hêvî dikin ku di demek kurt de bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî." BI DÎMEN
 
*Xebatkara Akademiya Jîneolojiyê Sarah Marcha da zanîn ku bi îdeolojiya azadiya zayendî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêş xistiye, piştgiriya mezin daye têkoşîna jinê û got: “Bandor û destkeftiya herî mezin a Abdullah Ocalan a li ser jin û civakê hevaltî bû. Hevaltiya ku Rêbertiyê li ser hemû civakê empoze kiriye, niha têkiliyeke mezin a di navbera jinan de ava dike.” BI DÎMEN
 
*Rêhevalên rojnamevan Evîn Buldan a ku di 2'yê Nîsana 2017'an de jiyana xwe ji dest dabû têkildarî wê axivîn û gotin: "Ya ku têkoşîna Evînê ji me re kiriye mîrate jî hezkirina wê ya ji pîşeya xwe bû. Bû 5 sal ew ne di navbera me de ye. Em wê bi hesret bi bîr tînin.” BI DÎMEN
 
* Aktîvîsta TJA’yê Kader Uzun ku tevlî DKY’ê bû wiha got: “Her çiqas jin ji çandên cuda ji sînorên cuda hatin gel hev jî armanc û pirsgirêkên wan wekhev bûn. Her kordînasyonê herêma xwe vegot û pirsgirêkên dişibiyan hev bal dikişandin.” 
 
*Jinên ku diçin dan û stendinê di vê meha Ramazanê de destvala vedigerin malê. Jinan diyar kir ku  heke nikarin welat rêve bibin bila zêdetir  wan perîşan enekin û dest ji desthilatdariyê berdin.” DÎMEN HEYE