Malbatên girtiyan ên Îzmîrê dest bi serdana saziyan kirin

  • 16:20 1 Nîsan 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan di roja 36’emîn de didome. Malbatên girtiyan dest bi serdana saziyan kirin. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan a ku li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 36’emîn de bi serdana saziyan berdewam kir. Malbatan biryar girt ku êdî nobeda xwe li derveyî Baroya Îzmîrê berdewam bikin û ewilî serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê kirin. 
 
Malbatan û Hevserokên OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk û Welat Zelen li gel hev li ser armanca nobedê sohbet kirin. 
 
Malbatan ragihand ku ew ê hefteya pêşiya me jî serdana ÎHD, HDP’ê û rêxistinên sivîl ên li bajêr bikin û ji wan piştevaniyê bixwazin.