Malbatên girtiyan ên Îzmîrê dest bi serdana saziyan kirin 2022-04-01 16:20:11   ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan di roja 36’emîn de didome. Malbatên girtiyan dest bi serdana saziyan kirin.    Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan a ku li Baroya Îzmîrê dane destpêkirin di roja 36’emîn de bi serdana saziyan berdewam kir. Malbatan biryar girt ku êdî nobeda xwe li derveyî Baroya Îzmîrê berdewam bikin û ewilî serdana Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê kirin.    Malbatan û Hevserokên OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk û Welat Zelen li gel hev li ser armanca nobedê sohbet kirin.    Malbatan ragihand ku ew ê hefteya pêşiya me jî serdana ÎHD, HDP’ê û rêxistinên sivîl ên li bajêr bikin û ji wan piştevaniyê bixwazin.