Sînem 'întîhar' nekiriye lêdane

  • 11:14 29 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Sînem a ku hat îdakirin hewl daye "Întîhar" bike li nexweşxaneyê mirina wê ya mêjî pêk hat û hat diyarkirin ku li ser bedena wê jî şopên lêdanê hene.  
 
Li navçeya Bêgirê ya Wanê hatibû îdakirin ku Sînem D. hewl daye "întîhar" bike.Piştî agahdarkirinê tendirustvan çûbûn cihê bûyerê û piştî mudaxeleya destpêkê ew rakiribûn nexweşxaneyeke Wanê.
 
Mirina wê ya mêjî pêk hat
 
Sînem a ku duh rakirin nexweşxaneyê hat diyarkirin ku mirina wê ya mêjî pêk hatiye û li ser laşê wê jî şopên lêdanê hene. 
 
Berê jî tundî lê hatiye kirin!
 
Herwiha hat diyarkirin ku Sînemê zewicandî ye û ji aliyê M.D. ve tundî lê dihat kirin. Hat aşkerakirin ku Sînemê ji ber tundiya lê dihat kirin mala lê dima terk kiribû û çûbû gel malbata xwe. Sînem a ku çûbû gel malbata xwe li ser kesên ku ketine naberê careke din li mala ku lê tundî hatiye kirin vegeriyaye û hat ragihandin ku zarokek wê jî heye.