Sînem 'întîhar' nekiriye lêdane 2022-03-29 11:14:33     WAN - Sînem a ku hat îdakirin hewl daye "Întîhar" bike li nexweşxaneyê mirina wê ya mêjî pêk hat û hat diyarkirin ku li ser bedena wê jî şopên lêdanê hene.     Li navçeya Bêgirê ya Wanê hatibû îdakirin ku Sînem D. hewl daye "întîhar" bike.Piştî agahdarkirinê tendirustvan çûbûn cihê bûyerê û piştî mudaxeleya destpêkê ew rakiribûn nexweşxaneyeke Wanê.   Mirina wê ya mêjî pêk hat   Sînem a ku duh rakirin nexweşxaneyê hat diyarkirin ku mirina wê ya mêjî pêk hatiye û li ser laşê wê jî şopên lêdanê hene.    Berê jî tundî lê hatiye kirin!   Herwiha hat diyarkirin ku Sînemê zewicandî ye û ji aliyê M.D. ve tundî lê dihat kirin. Hat aşkerakirin ku Sînemê ji ber tundiya lê dihat kirin mala lê dima terk kiribû û çûbû gel malbata xwe. Sînem a ku çûbû gel malbata xwe li ser kesên ku ketine naberê careke din li mala ku lê tundî hatiye kirin vegeriyaye û hat ragihandin ku zarokek wê jî heye.