Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin

  • 10:44 29 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li gundên Hêtma û Zivingê yên navçeya Basayê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin. 
 
Li gundên Hêtma û Zivingê ya navçeya Basaya Şirnexê, di saetên serê sibehê de cendirmeyê bi ser malan de girt. Li gundê Zivingê jina ku paşnavê wê nehat zanîn Kumru û li gundê Hêtmayê jî Fîkrî Şen hatin binçavkirin.  
 
Sedema binçavkirinên 2 kesan ku nehat zanîn, hat diyarkirin ku li Midûriyeta Polîsan a Basayê tên girtin.