Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin 2022-03-29 10:44:55     ŞIRNEX - Li gundên Hêtma û Zivingê yên navçeya Basayê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.    Li gundên Hêtma û Zivingê ya navçeya Basaya Şirnexê, di saetên serê sibehê de cendirmeyê bi ser malan de girt. Li gundê Zivingê jina ku paşnavê wê nehat zanîn Kumru û li gundê Hêtmayê jî Fîkrî Şen hatin binçavkirin.     Sedema binçavkirinên 2 kesan ku nehat zanîn, hat diyarkirin ku li Midûriyeta Polîsan a Basayê tên girtin.