Ji Racoyê jinek hat revandin
- 15:12 27 Adar 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk li Racoya Efrînê dayika 5 zarokan Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî revandin.
Komên girêdayî dewleta tirk li navçeya Raco ya Efrînê Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî revandin.
Li gorî agahiyan, dayika 5 zarokan Îlham Ebdurehman birine zindana Maratê ya li navenda Efrînê. Hat diyarkirin ku hevjînê Îlham Ebdurehman Ebdo Karik jî beriya bi çend mehan ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û hîna jî aqûbeta wî nayê zanîn.