Ji Racoyê jinek hat revandin 2022-03-27 15:12:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk li Racoya Efrînê dayika 5 zarokan Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî revandin.   Komên girêdayî dewleta tirk li navçeya Raco ya Efrînê Îlham Ebdurehman Silêman a 42 salî revandin.   Li gorî agahiyan, dayika 5 zarokan Îlham Ebdurehman birine zindana Maratê ya li navenda Efrînê. Hat diyarkirin ku hevjînê Îlham Ebdurehman Ebdo Karik jî beriya bi çend mehan ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û hîna jî aqûbeta wî nayê zanîn.