Derbarê pirtûkên nivîskarê di zindanê de doz hat vekirin

  • 11:57 26 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kirklar a Îzmîrê, A 31 Bûca Îzmîr dimîne doz hat vekirin. 
 
Têkildarî pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kirklar a Îzmîrê, A 31 Bûca Îzmîr, dimîne doz hat vekirin. Li gor agahiya malbatê ji ajansa me re ragihand têkildarî du pirtûkên nivîskar ên bi navê Rêça li ser Berfê, Wêneyek Veşartî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz hatiye vekirin. 
 
Nivîskar avêtin hucreya yekkesî
 
Li gor agahiyên malbata nivîskar Abdullah Yilmaz ê di zindanê de ye ragihand rêveberiya girtîgehê berê Abdullah kiriye hucreya yekkesî û piştre jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz derbarê pirtûkên wî de hatiye vekirin. 
 
Pirtûk li Abdullah Yilmaz hatibû qedexekirin
 
Ligel rêveberiya girtîgehê destûra çapê ya pirtûka "Wêneyek Veşartî" dabû jî destûr nehatibû dayin ku pirtûk bigihêje ber destên nivîskar û xwendekaran.