Derbarê pirtûkên nivîskarê di zindanê de doz hat vekirin 2022-03-26 11:57:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kirklar a Îzmîrê, A 31 Bûca Îzmîr dimîne doz hat vekirin.    Têkildarî pirtûkên nivîskar Abdullah Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa F ya Kirklar a Îzmîrê, A 31 Bûca Îzmîr, dimîne doz hat vekirin. Li gor agahiya malbatê ji ajansa me re ragihand têkildarî du pirtûkên nivîskar ên bi navê Rêça li ser Berfê, Wêneyek Veşartî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz hatiye vekirin.    Nivîskar avêtin hucreya yekkesî   Li gor agahiyên malbata nivîskar Abdullah Yilmaz ê di zindanê de ye ragihand rêveberiya girtîgehê berê Abdullah kiriye hucreya yekkesî û piştre jî bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz derbarê pirtûkên wî de hatiye vekirin.    Pirtûk li Abdullah Yilmaz hatibû qedexekirin   Ligel rêveberiya girtîgehê destûra çapê ya pirtûka "Wêneyek Veşartî" dabû jî destûr nehatibû dayin ku pirtûk bigihêje ber destên nivîskar û xwendekaran.