Çewlîk bi agirê Newrozê germ dibe
- 13:03 20 Adar 2022
- Rojane
ÇEWLÎK - Li Çewlîkê bi hezaran kes tevî pîleya -10 jî ji bo geşkirina agirê Newrozê hatin gel hevdu.
Li Çewlîkê bi hezaran kes serê sibehê li Kolana Nexweşxaneyê bi cil û bergên xwe yên kurdî kom bûn. Çefiyên kesk û sor û zer dan hustê xwe û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Bi def û zirneyê govend hat gerandin. Hatina gel a qadê hîn didome.
Her wiha ji ber barîna berfê gelek kes mecbûr man ji ser rê vegerin.